Buroya Hiqûqê ya Bindestan nerazîbûn nîşanî spekulasyonên li ser kiryarên komkujiya Pirsûsê da û ji dewletê re got, "Hûn di destpêkê de bersivê bidin pirsên divê hûn hesabê wê bidin." Buroyê got, "Hûn biryara nepenîtiyê jî bidin, hûn sansurê jî pêk bînin, hûnê nikaribin xwe ji berpirsyariya vê komkujiyê rizgar bikin."
Buroya Hiqûqê ya Bindestan ku di komkujiya li Pirsûsê de muwekîlên xwe winda kir, der barê hewldanên tarîkirinê yên di lêpirsîna komkujiyê de daxuyanî da.
Buroyê bal kişand ser desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê û got, "Ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn ku bi leşker, polîs û îstîxbarata xwe re nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ya li keriyê tecawizkaran çeteyên DAIŞ'ê, ne nêzîkatiyek li hemberî rêxistineke 'terorê' ye. Berevajî aşkera ye ku nêzîkatiyeke dostane ye. Li pêş çavan e ku di şerê li Sûriyeyê de weke rêxistineke taşeron destek dike."
Buroya Hiqûqê ya Bindestan veguhastina çekan û desteka lojîstîk a ji bo DAIŞ'ê bibîr xist û destnîşan kir ku sînor, bi vekirina li çeteyên DAIŞ'ê re ji bo çeteyan veguheriye mertalekî parastinê.
'DI NAVA TIRS Û HEWLDANA VEŞARTINÊ NE'
Buroyê da xuyakirin ku di serî de Serokwezîr Davûtoglû erkanên dewletê, bi afirandina spekulasyon û gumanan re, bi tirs û gumanê hewl didin berpirsyariyên xwe veşêrin û got, "Hîn bêhtir zêdegavî kirin û Arinç rabû, bi qasî ku ji komkujiyê Hevserokên HDP'ê, wekîl û rêveberên HDP'ê berpirsyar bibîne, polîtîkayeke namerdî meşand. Bi vî rengî hewl dan berpirsyariya xwe beralî bikin."
Buroya Hiqûqê ya Bindestan bal kişand ser kontrola tund a li ser ciwanên çûne Pirsûsê û ev pirs kir: "Bombekarê ku ji nasnameya wî hatiye fêmkirin kî ye, çawa çêbû ku di kontrola nasnameyê re nehatiye derbaskirin? Yan jî di kontrola nasnameyê re hatiye derbaskirin û tevî ku şexsekî lê dihat gerîn jî, nehatiye girtin? Ev şexsê ji bo bombeyên li ser xwe biteqîne, ji dema ketiye nava tevgerê heta hatiye nava ciwanên SGDF'yî, çawa hatiye Pirsûsê, tevî ku kesekî lê dihat gerîn bû jî, divê were aşkerakirin ku çima nehatiye girtin."
Buroyê da xuyakirin ku li holê kêmasiya îstîxbaratê nîne, bi gotina herî sivik, ti xebatên DAIŞ'ê nayê astengkirin û ji rayedarên dewletê re got, "Beriya her tiştî ku bersivê bidin van pirsên ku divê hûn hesabên wan bidin." Buroyê got, "Hewldan û gumanên hûn hewl didin di ser wan ciwanên me yên bedew re biafirînin, pûç in. Hûn biryara nepenîtiyê jî bidin, hûn sansurê jî pêk bînin, hûnê nikaribin xwe ji berpirsyariya vê komkujiyê rizgar bikin. Bi daxuyaniya 'Eger xemsariyek hebe, wê ya pêwîst bê kirin' hûn nikarin ji berpirsyariyên xwe rizgar bibin."
Buroyê destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi ser vê komkujiyê de biçin.