Li bajarê Kîel ê Elmanyayê komkujiya Pirsûsê hat protestokirin.
ANF
KÎEL
çarşem, 22 tîrmehê 2015, 10:34
Ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Kîelê ve, komkujiya li Pirsûsê ku ji zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, hat protestokirin.
Li Hauptbahnhof bi sedan kes hatin cem hev û ji bo kesên di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Di axaftinên li çalakiyê de hat diyar kirin ku DAIŞ a îşkencekar û tecawizkar rûyê xwe qirêj vê carê li Pirsûsê li dijî ciwanên şoreşger ên bên parastin nîşan daye.
Bang li gelê Kurd, Tirk û neteweyên din hat kirin ku li dijî eniya DAIŞ û AKP’ê benda berxwedanê bê danîn û têkoşîna berxwedanê were xurtkirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên 'Bimire DAIŞ, hevkar AKP' , 'Şehîd Namirin' hatin berzkirin.