Nasnameya êrîşkar zelal bû
Nasnameya êrîşkarê ku komkujiya Pirsûsê pêk anî zelal bû. Bi testa DNA'yê re zelal bû ku nasnameya êrîşkarê komkujiya li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz (20) ê ji Semsûrê ye.

Duh Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) nasnameya Şeh Abdurrahman Alagoz ê 20 salî û ji Semsûrê yê ku êrîşa xwekujî li hemberî ciwanên SGDF'î yên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê kirî ji aboneyên xwe re serwîs kiribû û zelal bû.
Piştî êrîşê cenazeyê 32 kesên di nav de cenazeyê êrîşkar jî heyî ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tipa Edli ya Dîlokê û piştî cenazeyê 31 kesan ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin ji bo definkirinê ber bi bajarên wan ve birin.
Piştî DÎHA'yê nasnameya Şeyh Abdurrahman Alagoz ê ku dihat îdakirin êrîşkar e weşand polîs li Semsûrê gihişte malbatê û îfadeyên wan girtin. Piştî îfadeyan ji bo testê mînakên xwînê hatin girtin.
Li ser mînakan lêkolîn hat kirin û nasnameya Alagoz ê ku êrîş pêk anîn zelal bû.