ESP'ê ji bo cenazeyan banga 'seferberiya girseyî' kir
ESP'ê bang li gelan kir ku xwedî li cenazeyên şehîdên Pirsûsê derkevin û bi ruhê seferberiya girseyî beşdarî merasîmên oxirkirinê bibin.
ESP'ê bang li gelan kir ku xwedî li cenazeyên şehîdên Pirsûsê derkevin û bi ruhê seferberiya girseyî beşdarî merasîmên oxirkirinê bibin.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) der barê êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê de ku bû sedema mirina 32 kesan, daxuyaniyek da.
ESP'ê bal kişand ser nerazîbûna gelan a li hemberî komkujiyê û got, "Hêrsa girseyî û biryardariya hesabpirsînê, sûcdar li ser sûc zevt kiriye."
ESP'ê ragihand ku bindestan êşên xwe hevpar kirine û got, "Têkoşîn û piştevaniya hevpar a hêzên demokrasî, azadî û aştiyê, rêya li dijî komkujiyan nîşan daye."
'BERPIRSYARÊ SEREKE YÊ KOMKUJIYÊ ERDOGAN E'
ESP'ê diyar kir ku berpirsyarê komkujiyê dewlet e û ev xal destnîşan kir: "Berpirsyarên vê komkujiyê serkêşên dewletê ne, beriya her kesî jî Erdogan e. Rayedarên AKP'ê ne ku beriya hilbijartinê digotin 'ya kaos ya aramî' û piştî hilbijartinê gotin 'gel kaos hilbijartî ye'. Ev komkujî, bi destê DAIŞ'ê ve ji aliyê Erdogan-AKP'ê ve hatiye kirin ku xeyalên serokatiyê di 7'ê Hezîranê de ji holê rabû, planên Rojhilata Navîn bi serketina Rojava-Kobanê re hilweşiya û hegemonya xwe ya desthilatdariyê winda kir. Erdogan ê ku bi gotina 'em ê li Bakurê Sûriyeyê rê nedin rêxistinbûyîneke Kurdan' xwe li serketina şoreşa Rojava ranegirt, armanca siyasî ya komkujiyan yekser nîşan daye. Piştî daxuyaniyên Erdogan, veguhastina leşkerî ya ber bi sînorê Sûriyeyê, planên dagirkirina Rojava, armanc û nasnameya kujeran bi awayekî vekirî nîşan didin."
ESP'ê da xuyakirin ku ev komkujî Ji MÎT a çek û cebilxane ji çeteyên DAIŞ û El Nûsra re dişîne ne cuda ye û got, "Niha baştir hatiye fêmkirin bê çima bi hinceta 'ewlekariya welê' ser TIR'ên MÎT'ê tê nixumandin."
'PIRSÛS BI TAYBETÎ HAT HILBLIJARTIN'
ESP'ê da zanîn ku li Pirsûsê bêyî agahiya MÎT û rayedarên dewletê DAIŞ nikare tevbigere û ev xal destnîşan kir: "Ne rasthatine ku ji bo komkujiyê Pirsûs hatiye hilbijartin. Di destpêkê de xwestin vîna piştevaniya bi şoreşa Rojava re bişikînin, dûre jî xwestin dest bi nîqaşên 'herêma ewle' ya li ser sînor bikin. Ev yek nîşaneyên girîng ên konsepteke nû ya êrîşê ye."
ESP'ê ji bo aştî, biratî, azadî û edaletê banga piştevaniyê li gelan kir û got, "Ji bo pûçkirina planên şer em banga yekbûyînê dikin."
ESP'ê bang li gelan kir ku xwedî li cenazeyên şehîdan derkevin û bi ruhê seferberiya girseyî beşdarî merasîmên oxirkirinê bibin.