Li Den Haagê sê çalakî hatin lidarxistin

Li bajarê Hollanda Den Haagê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qetilkirina 3 jinê şoreşger li Parîsê û komkujiya li Pirsûsê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Hollanda Den Haagê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qetilkirina 3 jinê şoreşger li Parîsê û komkujiya li Pirsûsê hatin şermezarkirin.

Çalakiyên saet di 13:00 de destpê kirin, heta saet 17:00 dewam kirin. Xwendekarên zanîngehê û însiyatîfên sivîl ên Hollandayî, eleqe nîşanî çalakiyan dan.

Li ser navê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê Dîlek Kûrt, nûnerê Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Hollandaye Nûrettîn Altûndal, li ser navê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê Çinar Akbaba li çalakiyê axivîn. Her wiha belavokên MLKP û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollandayê yên li ser komkujiya li Pirsûsê hatin xwendin. Ciwanên zanîngehê yên Hollandî jî, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin û xwestin Kurdistan azad bibe.

Di axaftinan de hat ragihandin ku nîşane xuya dikin ku DAIŞ'ê şer derbasî nava Tirkiyeyê kiriye, DAIŞ dijminê mirovahiyê ye û divê DAIŞ tevî destekdarên xwe bê darizandin. Her destnîşankirin ku kiryarên komkujiya li Pirsûsê diyar in, Erdogan û AKP ên nikarin xwe li xweseriya demokratîk a li Kobanê û tevahiya Rojava rabigirin, DAIŞ a xwedî dike, xistiye nava tevgerê.

Axaftvanan bibîr xistin ku Kurd, gelên bindest ne cara yekê ye tên qetilkirin, li hemû herêmên lê dijîn tên qetilkirin û diyar kirin ku ew ê sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û ciwanên li Pirsûsê hatine qetilkirin, ti carî ji bîr nekin.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin û der barê tecrîdê û komkujiya li Pirsûsê de belavok hatin belavkirin.

Ciwanên Hollandî jî di çalakiyê de nêrînên xwe anîn ziman û komkujî şermezar kirin.

...