Li Kolnê ji bo kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo kesên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolnê konê serxweşiyê hat vedan.
Ji bo kesên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolnê konê serxweşiyê hat vedan.
Ji bo kesên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolnê konê serxweşiyê hat vedan.
Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle ku ji ev du roj in li bajarê Koln ê Elmanyayê kon vedan, serdanên sersaxiyê qebûl dikin. Hat diyar kirin ku wê kon heta roja Înê vekirî bimîne.
Di konê ku ev du roj in li ber Gara Navendî (Hauptbahnhof) hatiye vedan de, wêneyên 31 ciwanên şoreşger û sosyalîstên hatin qetilkirin hatin raxistin û pankartên ku komkujiyê teşhîr dikin hatin daliqandin. Kon rastî eleqeyeke mezin a penaberan tê û di kon de hevkariya AKP’ê û DAIŞ’ê tê vegotin.
Her wiha belavok tên belavkirin û bang li penaberan tê kirin ku li dijî AKP û DAIŞ’ê dakevin kolanan. Ji bo mîtînga roja Şemiyê ya li Dusseldorfê jî banga beşdarbûnê tê kirin.
Roja Înê danê êvarê wê bi mîtîngeke girseyî kon bê rakirin.