Civîna koma HDP'ê ji bo Cizîrê tê lidarxistin
Civîna koma HDP'ê bi beşdariya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê, li Navenda Çandê ya Şaredariya Hezexê ji bo Cizîrê tevî gel tê lidarxistin.
Civîna koma HDP'ê bi beşdariya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê, li Navenda Çandê ya Şaredariya Hezexê ji bo Cizîrê tevî gel tê lidarxistin.
Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di roja 8'an de ye. Gelê Cizîrê ev hefteyeke li hemberî cûnta qesrê, li hemberî şerê AKP'ê li ber xwe dide. Heta niha, zarok jî di nav de herî kêm 20 kes hatin qetilkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo rakirina dorpêçiya li Cizîrê li ber xwe dide, civîna koma partiya xwe ji bo Cizîrê lidar dixe. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê bi gel re li Navenda Çandê ya Şaredariya Hezexê kom bûn.
Civîna komê bi axaftina Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş dewam dike.