HDP’ê xwest Meclîs terora dewletê ya li Cizîrê lêkolîn bike

HDP’ê xwest terora dewletê ya li Cizîrê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolînkirin.

Parlamenterên Şirnexê yên HDP’ê Aycan Îrmez, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk, ji bo li Meclîsê terora dewletê bê lêkolînkirin Pêşnûme Lêkolîn da. Di pêşnûme lêkolînê de bal hat kişandin ku konsepta şerê topyekûn 24’ê Tîrmehe bi daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan destpê kirine.

Di Pêşnûme Lêkolînê de wiha hat gotin: “Êrîşên ji aliyê hêzên şerê taybet ên Erdogan ve pêk tên bi hemû leza didomin, ne diyar e wê li ku derê bisekine. Ji bo şerê li hember gelê Cizîrê hatiye destpêkirin bi dawî bibe, pêşî li komkujî û bê hiqûqiyan bê girtin û bê lêkolînkirin, kesên berpirsyar bên diyarkirin, rêyên hiqûqî bên vekirin, der heqê înfazên sivîl yê bê daraz û keyfî bên rawestandin, der barê amîrên mulkî yên hêzên dewletê teşwîq û bi raye dikin û berpirsyarên siyasî de lêpirsîn bên kirin delîl û şahid bên lêkolînkirin û berpirsyar derkevin pêşberî darazê em bilez Lêkolîneke Meclîsê dixwazin.”