Ji hikûmeta Swêdê peyama piştgiriyê ji bo Cizîrê

Wezîra Karên Derve ya Swêdê li Demîrtaş geriya û diyar kir ku ew piştgiriyê didin wan.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê, der barê êrîş nîjadperestî û komkujiyên li Cizîrê de li Demîrtaş geriya.

Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "Wezîra Karên Derve ya Swêdê Birêz Margot Wallstrom bi rêya telefonê li Hevserokê me Birêz Selahattîn Demîrtaş geriya, der barê êrîşên li hemberî avahiyên partiya me û rewşa li Cizîrê agahî wergirt, fikar û gumanên xwe yên ji ber êrîşan anî ziman û hestên xwe yên piştgiriyê bi partiya me re parve kir."