Berdevka Platforma ji Ocalan re Azadî parêzer Eren Keskîn, ji bo aştiyê xwest rêyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên vekirin. Keskîn destnîşan kir ku AKP a di polîtîkaya şer de israr dike, wê ji encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêmtir wekîlan bi dest bixe.
Keskîn ji ANF'ê re axivî û got, "Em bi fikar bûn ku şer wê dijwar bibe, wê bê dijwarkirin. Ji xwe piştî encamên hilbijartinê û serketina mezin a HDP'ê, ev nêrîna me zelaltir bû. Mixabin a em jê bi fikar bûn, qewimî."
'RÊBAZÊN QIRÊJ ÊN ŞER LI SER KURDAN TÊN FERZKIRIN'
Keskîn anî ziman ku xurtbûna PYD'ê li herêmê, bûyîna hêza yekane ya rizgarkirina Rojhilata Navîn ji çeteyên DAIŞ'ê, paralelî vê serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de, rayedarên hikûmet û dewletê gelekî aciz kir û got, "Bi taybetî di encama lihevkirina Erdogan bi Daîreya Şerê Taybet re, rêbazên qirêj ên şerê salên 90'î li ser gelê Kurd tên ferzkirin. Ev şer gelekî giran bûye. Di şer de mirov dimirin û li gorî me her mirovên dimirin wekehev bi qîmet in."
'DI NAVA YÊN ŞER DIKIN DE HDP NÎNE'
Keskîn got, "HDP li hemberî dewletê şer nake. PKK şer dike. Ev aştî jî bi PKK'ê re wê pêk were. Ne bi HDP'ê re. Ji ber ve yekê em nêrînên Ocalan ên li ser vê mijarê gelekî girîng dibînin. Ji ber ku bi gotineke xwe dikare dawî li grevên birçîbûnê bîne, bi peyvekê dikare şer bisekinîne; hêzeke wî ya bi vî rengî heye. Wê demê çima hevdîtina pê re tê astengkirin? Ev pirseke gelekî mezin e. Her gava aştiyane ya tevgera Kurd heta roja îro avêt, di encama banga Ocalan de pêk hat. Dibe ku eger îro hevdîtinek bêkirin, wê gavên aştiyane ji nû ve werin avêtin."
Keskîn anî ziman ku mirovên dimirin zarokên ji malbatên di warî madî de rewşa xwe nebaş e û got, "Di vî şerî de ti ji zarokên dewlemendan namirin. Ji ber vê yekê em bi awayekî wekhev nêzî hemû mirinan dibin. Bi dîtina me, yekane çareya sekinandina vî şerî, vekirina rêyên hevdîtina bi Ocalan re ye. Bi çareserbûna krîzê re em dixwazin bi Meclîsê û sefîrên bilind re hevdîtinê bikin. Em ê hevdîtinên xwe yên bi hemû derdorên dikarin ji şer re bêje 'bisekine' dewam bikin. Ji bilî vê tiştekî were kirin nîne."
'TECRÎD JI ROJA DÎLGIRTINA OCALAN Û VIR VE DEWAM DIKE'
Keskîn diyar kir ku ew dixwazin weke heyet biçin Îmraliyê lê belê nikarin biçin û bibîr xist ku parêzer bi xwe jî nikarin biçin. Keskîn destnîşan kir ku ev nêzîkatî li pîvanên hiqûqî nayê û got, "Ne li hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, ne jî li hiqûqa navneteweyî tê. Hevdîtina ti girtiyan bi parêzer û malbatê re nabe bê astengkirin. Em vê baş dizanin; Ji destpêkê ve ji bilî hiqûqa nivîskî ya Tirk sîstemeek din heye. Sîstemeke ku dawiya wê ne diyar e, heye. Me serî li kîjan dozgerî dan, ji me re got 'rayedar ne ez im'. Ji roja dîlgirtina Ocalan û vir ve tecrîd tê meşandin. Car carna kêm dibe, carna jî zêde dibe."
'DIVÊ PKK BANGÊN OCALAN JI OCALAN BI XWE BIBIHÎZE
Keskîn da xuyakirin ku AKP di we baweriyê de ye; dikare xwe ji şer xwedî bike, lê belê encam wê berevajî vê be. Keskîn destnîşan kir ku AKP wê di 1'ê Mijdarê de ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêmtir wekîlan bi dest bixe.
Parêzer Eren Keskîn got, "Eger bi rastî jî tê xwestin şer bi dawî bibe û dawî li mirinan bê anîn, divê rêyên hevdîtina bi Ocalan re werin vekirin. Pêwîste PKK banga Ocalan ji Ocalan bi xwe bibihîze."