Bi sedan parêzer ji bo şikandina dorpêçiyê diçin Cizîrê
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û baroyên Kurdistanê, bi sedan parêzer ji bo biçin Cizîrê gihaştin Mêrdînê.
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û baroyên Kurdistanê, bi sedan parêzer ji bo biçin Cizîrê gihaştin Mêrdînê.
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û baroyên Kurdistanê, tevî parêzerên Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî û parêzerên Azadîparêz û Demokrat, gelek parêzer ji bo şikandina dorpêçiya Cizîrê, ketin nava tevgerê. Parêzer gihaştin Mêrdînê.
Parêzerên li tesîsên şaredariyê yên Mêrdînê disekinin, piştî xwegihandina parêzerên ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Êlih, Riha, Amed û Wanê, wê bi hev re berê xwe bidin Cizîrê.
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, parêzerên li ber Şaredariyê disekinin ziyaret kirin û destek dan wan.