Polîtîkaya şer a AKP'ê li 5 bajarên Swêdê hat protestokirin
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, li bajarên Borlange, Falûn, Orebro û Ûppsala daketin meydanan, bomberdûman û operasyonên girtinê yên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê li hemberî gelê Kurd, şermezar kirin.
ANF
STOCKHOLM
în, 11 rezberê 2015, 07:16
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, li bajarên Borlange, Falûn, Orebro û Ûppsala daketin meydanan, bomberdûman û operasyonên girtinê yên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê li hemberî gelê Kurd, dorpêçiya Cizîrê û êrîşên faşîst û nîjadperest ên li hemberî HDP'ê şermezar kirin.
STOCKHOLM
Komek ji Kurdistaniyan a piraniya wan jin bû, li gara trenê ya paytexta Swêd Stokcholmê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê duh êvarê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê hatin şermezarkirin û ji raya giştî ya Swêdê hat xwestin, ku li hemberî barbarî û hovîtiya dewleta Tirk helwestê nîşan bide.
Kurdistaniyan li navenda gara ji hezaran kesî çalakiya rûniştinê lidar xistin û ji bo komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî zarokan teşhîr bikin, kefenên bi xwîn danîn erdê.
Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa "Terora dewleta Tirk bisekinînin", "Tirkiye zarokan qetil dike", "Zarokên me yên mirî di sarincan de tên ragirtin", "Kurdistan dişewite" û "Komkujiyan bisekinînin" vekirin.
Kurdistanî piştî çalakiya xwe ya 2 saetan a li garê bi qîrîna dirûşmeyan hatin Meydana Sergelê. Li vir jî li ser êrîşên dewleta Tirk û girîngiya piştgiriya ji bo berxwedana Cizîrê axaftin hat kirin û çalakî bi dawî bû.
OREBRO
Bi sedan kesên li navenda bajarê Orebro civiyan dirûşmên "AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin" û "Bijî berxwedana me ya Cizîrê" qîriyan.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Ridvan Arvan li vir peyivî, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê kurteber kir û got, "Hikûmeta Tirk tevî Cizîrê li gelek deverên Kurdistanê rewşa awarte îlan kir. Nexweş nikarin bên dermankirin, mirî nikarin bên veşartin." Hevserok Zozan Baransson jî bang li hemû derdorên demokratîk kir ku ji bo sekinandina komkujiya sivîlan, bikevin nava tevgerê.
Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro her wiha ji bo ragihandina rewşa li Kurdistanê bi saziyên medya û siyasetmedarên li bajê re hevdîtin kirin. Bi vê armancê bi rayedarên Radyoya Dewletê ya Swêdê, Televîzyona Dewletê ya Swêdê û rojnameya herêmî Nerkez Allehanda hatin ziyaretkirin. Kurdistaniyan bi Midûrê Şaxê yê Şaredariya Orebro Bjorn Sûndîn re jî hevdîtin kirin û dosyayek li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê pêşkêş kirin.
BORLANGE
Li bajarê Borlange bi tevlîbûna bi sedan Kurdistaniyan re çalakiyek hat lidarxistin. Delegeyê Mêrdînê yê Kongreya Civaka Demokratîk û Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Şefîk Dûman, li vir çavdêriyên xwe vegot. Dûman anî ziman ku li herêma Botanê êrîş û komkujiyên mezin ên dewleta Tirk tên kirin û destnîşan kir ku bi saya berxwedana mezin a gelê Kurd pêşî li komkujî û girtinan hatiye girtin. Dûman bang li Hikûmeta Swêdê kir ku li hemberî polîtîkaya şer a dewleta Tirk derkeve û bang li Kurdistaniyên li Swêdê dijîn jî kir ku li dijî AKP'ê têbikoş in. Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî banga meşandina xebatê hat kirin.
FALÛN
Kurdistaniyên li bajarê Falûnê dijîn jî, mezintirîn qenala televîzyonê ya Swêdê TV4 û medya herêmî ziyaret kirin û der barê rewşda dawî ya li Kurdistanê de dosya pêşkêşî rayedaran kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gevleborgê jî, bang li Kurdistaniyan kir ku rahêjin qûşxaneyên li mala xwe û beşdarî xwepêşandana 13'ê Îlonê saet di 14:00 a li navenda bajarê Gevleyê bibin.