MUB: Divê mirovahî piştgiriyê bide gelê Cizîrê

MUB'ê li dijî komkujiya li Cizîrê bang li DYA, YE û derdorên demokratîk kir.

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), li ser komkujiya AKP li Cizîrê dike daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Cizîrê ji 4'ê Îlona 2015'an û vir ve ji bo rûmeta mirovahiyê binpê neke li dijî dîktatoriya Recep Tayyîp Erdogan û faşîzma AKP'ê li ber xwe dide" û dstnîşan kir ku mejiyê Erdogan mejiyê DAIŞ'ê ye.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Pitik, zarok, jin, ciwan, extiyar bi xwînxwarî tên qetilkirin, destûr nayê dayîn ji bo birîndaran rakin nexweşxaneyê, malbat cesedên zarokên xwe di sarincê de radigirin. Ev zilm li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin. Gelê Cizîrê bi bêparhiştina ji her şêwe pêwîstiyên jiyanî û însanî re, bi birçîbûn, tîbûn û tirsa mirinê re hewl tê dayîn bê terbiyekirin. Wêneyê barbar ê dewletê yê li Cizîrê, êrîşên çeteyên faşîst ên li çar aliyên Tirkiyeyê temsîl dike. Avahiyên partiyê yên HDP'ê, mal, karker, wesayîtên mirovênKurd, welatparêz û demokrat, otobusên rêwiyan, sazî û dezgeh tên şewitandin. Ev hemû li pêş çavê tevahiya cîhanê diqewimin û her kes lê temaşe dike.",

BANGA LI DYA Û YE

Di daxuyaniyê de ev bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) hat kirin: "Dewleta Komara Tirkiyeyê di herikîna dîrokê de pişta xwe da we, we xapand, çek ji we girt û li hemberî gelan qirkirin, komkujî, îşkenceyên li dijî mirovahiyê kir, mirov sirgûn kir. Hûn ê heta kengî li hemberî van êrîşên nîjadperestî yên hikûmeta Tirkiyeyê bêdeng bin? Pîvanên we yên mafên mirovan, demokrasî û azadiyê îro li Cizîrê ji aliyê faşîzmê ve tên binpêkirin."

'EM DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANÊ, DERSÊ BIDIN AKP'Ê'

Di daxuyaniyê de komkujiya li Cizîrê hat şermerzarkirin û bang li her kesên demokrat, pêşverû û alîgirê mirovahiyê hat kirin ku destekê bidin gelê Cizîrê û hat ragihandin ku gelê Asûrî yek ji gelên herî zêde rastî zilm û hovîtiya vê dewletê hatiye. MUB'ê got, "Lewma em xeteriya îro ji kûrahî ve hîs dikin. Ji ber vê yekê Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî li kîjan devera cîhanê be jî, divê li hemberî van pêkanînên faşîst ên dewletê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin. Em berxwedana gelê Cizîrê û yekîtiya gelên bindest ên Tirkiyeyê silav dikin. Serketin wê ya gelên bindest û alîgirên demokrasiyê be. Di 1'ê Mijdarê roja pêkhatina hilbijartinên pêşwext de wê dersa herî mezin ji zîhniyeta faşîst û AKP'ê re were dayîn."