BI DÎMEN

Li Cenevreyê çalakiya ji Rêber Apo re azadî û ji dorpêça Mexmûrê re na

Kurdên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) domandin. Di çalakiyê de zextên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hat protestokirin.

Çalakiya ku her hefte tê lidarxistin vê carê ji bo dawîkirina dorpêça Mexmûrê û piştgiriya siyasî hat lidarxistin.

Çalakî ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û şehîdên meha Gulanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedar Nûrettîn Tûrgût di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hiqûqê ye û bang li NY û saziyên eleqeder kir ku bikevin tevgerê.

Tûrgût bal kişand ser zextên hikûmeta Iraqê û PDK’ê li ser Mexmûrê ku zêde bûne û diyar kir ku tevgera leşkerî ya li derdora kampê û binçavkirinên heyî îşaret bi êrîşekî nû dike. Tûrgût bêdengiya NY’ê jî weke “durûtiya navneteweyî” binav kir.

Tûrgût bal kişand ser rewşa siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku ji ber xebatên xwe yên siyasî li Elmanyayê hate girtin û rexne li welatên Ewropayê kir ku li dijî gelê Kurd hevkariyê dikin.