Girtina siyasetmedar Koç hate protestokirin 

Girtina siyasetmedar Yuksel Koç ê ku di serdegirtina mala xwe ya li bajarê Bremenê hatibû binçavkirin, hate protestokirin.

Hevserokê berê yê Kongreya Civakên Demokratîk li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç di serdegirtina mala xwe ya li bajarê Bremenê de hate binçavkirin û girtin. Girtina siyasetmedar Koç bi daxuyaniya çapemeniyê ahte protestokirin.

Kurdistaniyên ku li navenda bajêr kom bûn bi zimanên Kurdî, Tirkî û Elmanî daxuyanî dan.

Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut di çalakiyê de axivî û behsa Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27ê Sibatê kir. Zubeyde Zumrut diyar kir ku her çiqasî dewleta Elmanya hem bang û hem jî biryarên ku di kongreya PKKê de hatine girtin wekî gavek erênî nirxandiye jî, ew bi vê pratîka xwe li dijî pêvajoyê derketiye. Zubeyde Zumrut xwest ku Yuksel Koç demidest serbest were berdan.

Çalakî nêzîkî saetekê berdewam kirin û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.