ATÎK: Ji Yuksel Koç re azadî!

ATÎK’ê  girtina Yuksel Koç ê ku bi salan tevkariya têkoşînê kir, protesto kir û bang li hemû hêzên demokratîk kir ku helwesta xwe nîşan bidin û xwedî li Yuksel Koç derkevin.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) girtina siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê ku piştî serdegirtina li mala wî ya li bajarê Bremenê hate girtin bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin.

Daxuyanî wiha ye:

Yuksel Koç demek dirêj e bi awayekî çalak di têkoşîna demokratîk ên Kurdên li Ewropayê de cih girt. Di navbera salên 2016 û 2023’yan de hevserokê KCDK-E’yê bû, di saetên serê sibê yên 20’ê Gulanê de di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Piştî ku Yuksel Koç hate girtin, 4 saetan lêgerîn hate kirin û dû re bi daxwaza girtinê ew birin dadgeha Karlsruhe û wî girtin. Binçavkirina Yuksel Koç parçeyek ji helwesta dijminane ya dewleta Elmanyayê ya li hember têkoşîna demokratîk a Kurdan e.

YUKSEL KOÇ HER TIM HEDEF DIHATE GIRTIN

Yuksel Koç siyasetmedarekî Kurd e û her tim ji aliyê dewleta Tirk ve hedef dihate girtin. Di salên berê de ji bo qetilkirina wî  tîmek ji MÎT’ê hatibû şandin û ev tîm di kêliya dawî de hatibû eşkerekirin. Ew gelek caran bi rêya çapemenî û weşanan hatiye hedefgirtin. Bi heman awayî, ji raya giştî re hate parvekirin ku dewleta Elmanya demek dirêj e li dijî Yuksel Koç dozê dimeşîne. Yuksel Koç karkerek e ku di têkoşîna rêxistinbûna Kurdan de li Elmanyayê tevkariyeke mezin kiriye. Bi salan di rêveberiya federasyonên Elmanyayê de cih girt û paşê di rêveberiya KCDK-E, rêxistina navendî ya Ewropayê de cih girt û wekî hevserok karê xwe domand.

Parêzerê wî ji raya giştî re ragihand ku di 4’ê Nîsana 2025’an de, bi hinceta ku ew kadroyê PKK’ê ye, li gorî madeya 129 b ya qanûna cezayê ya Elmanya, fermana desteserkirin û girtinê ji bo wî hatiye derxistin. Girtina Yuksel Koç ji bo pêşketina vê têkoşînê wê nebe asteng. Wek ATÎK’ê, em girtina Yuksel Koç ê ku bi salan tevkariya têkoşînê kir, protesto dikin û em bang li hemû hêzên demokratîk ên xwecihî û koçber dikin ku li dijî vê girtinê helwestê bigirin û xwedî lê derkevin.”