Li Hambûrg û Saarbruckenê çalakiyên xwedîderketina li Cizîrê

Li bajarên Elmanya Hambûrg û Saarbruckenê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Hambûrg û Saarbruckenê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê çalakî hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Kurdistaniyên li Hambûrgê dijîn, li ber avahiya qenalên televîzyonê yên ARD û NRD çalakiyek pêk anîn û bal kişandin ser rewşa li Cizîrê. Çalakgerên pankart vekirin û bêdengiya medya li Elmanyayê şermezar kirin, xwestin bi rayedarên televîzyonê re hevdîtinê bikin. Midûrê bernameyan a ARD'ê Frank Beckmann û pêşkêşvana bernameya Aktûell Tagesschaû ya ARD Chrîstîane Kogmann hatin cihê çalakiyê û li daxwazên çalakvanan guhdarî kirin. Rayedaran ji bo wergirtina agahiyan ji Kurdistanê têkilî xwestin û ji ber agahdarkirinê jî spasiyên xwe pêşkêş kirin. Rayedaran anîn ziman ku ew ê wezîfeya xwe bi cih bînin.

Piştî vê hevdîtina samîmî derbas bû, ji bo meşa êvara Înê saet 19:00 a li Sternschanze, banga beşdariyê hat kirin. Meş wê li ber girtîgeha Hostenglacîs a siyasetmedarên Kurd Bedrettîn Kavak û Mehmet Demîr lê tên ragirtin, bi mîtîngekê bi dawî bibe.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakvanên kefen li xwe kirin û xwe li erdê dirêj kirin, ji bo temsîla zaroka keç a 13 salî ya li Cizîrê hat qetilkirin û li sarincê hat bicihkirin, sarincek danîn meydanê.

Elmanan jî eleqeyeke xurt nîşanî çalakiya ku ji gelek saziyan destek girt, dan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerê Partiay Marksîst Lenînîst a Elman axivî û polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan rexne kir. Nûner got, "PKK rêxistineke terorê nîne, PKK tevgereke azadiyê ye. Divê em PKK'ê di vê têkoşîna azadiyê de bi tenê nehêlin. Pêwîste Elmanya tavilê PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne û destekê bide têkoşîna azadiyê."

Di daxuyaniya li ser navê NAV-DEM'ê hat dayîn de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoyê ji bo Kurdan û hat ragihandin ku divê Kurd li dijî polîtîkaya tinekirinê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...