Berxwedana Cizîrê li Fransayê hat silavkirin
Li paytexta Fransa Parîs, li bajarên Strasobûrg û Evry, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê pêk hatin.
Li paytexta Fransa Parîs, li bajarên Strasobûrg û Evry, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê pêk hatin.
Li paytexta Fransa Parîs, li bajarên Strasobûrg û Evry, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê pêk hatin.
PARÎS
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) roja Pêncşemê mîna li hemû herêmên Fransayê li Parîsê jî Kurdistanî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî li qadan bûn. Bi armanca şermezarkirina dorpêçiya li Cizîrê û êrîşên li gelek deveran li hemberî Kurdan tên kirin, roja Pênşemê saet di 18:00 de li ber Wezareta Karên Derve ya Fransayê çalakî hat lidarxistin.
Endamên CDK-F, Tevgera Jinên Kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ACTÎT, Bîr-Kar, Odak, Partîzan, MRAP û Partiya Komunîst a Fransayê, li Meydana Învalîdes a li ber Wezareta Karên Derve ya Fransayê civiyan.
Di axaftina li ser navê CDK-F li çalakiyê hat girtin de rewşa hefteyeke dawî ya li Kurdistanê hat ragihandin. Nûnerê CDK-F careke din bang li Fransayê kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk dawî li bêdengiya xwe bîne. MRAP û Partiya Komunîst jî di çalakiyê de peyama xwe dan. Li ser navê MRAP Rene Le Mîgeot got, "Mîna Kobanê ye. Di dema berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de Ewropayê Kurd bi tenê hiştibû. Niha mîna komkujiya Ermeniyan a 1915'an komkujî li Kurdan tê kirin. Ewropa Kurdan dîsa bi tenê dihêle. Li dijî faşîzma Erdogan Kurd bi tena serê xwe li ber xwe dide. Berxwedana gelê Kurd berxwedana me ye." Di axaftina li ser navê Partiya Komunîst de hat destnîşankirin ku Partiya Komunîst li cem gelê Kurd e.
Di çalakiyê de sirûd hatin xwendin û ji bo meşa roja Înê saet di 18:00 a li meydana Gare de l'Est de banga beşdariyê hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
STRASBOÛRG
Li Strasboûrgê jî Kurdistanî û hêzên demokrasiyê qenala televîzyonê ya France 3 dagir kirin. Bi pêşengiya TJK-E bi qasî 150 jin, li ber avahiya qenala France 3 civiyan. Jinan xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin û komkujiya li Cizîrê bi rêya qenalên televîzyonê ji gelê Fransayê re ragihîne. Ji girseyê re hat gotin ku rayedar wê werin bi we re hevdîtinê bikin. Lê belê piştî demeke kurt bi dehan wesayîtan re polîs hatin. Polîsan ji bo belavbûna girseyê hişyarî dan, lê girseyê li ber xwe da û bi zorê ket hundir. Girseya gel li vir pankarta bi nivîsa "Li Cizîrê komkujî heye, YE bikeve nava tevgerê" vekir û çalakiya rûniştinê pêk anî. Lê belê polîsan êrîş kirin. Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel bi berxwedna mezin çalakiya xwe dewam kir. Li hemberî biryardariya girseyê polîsan dest ji destwerdanê berdan û destûr dan ku çalakiya rûniştinê ji bo nîv saetê bê kirin. Piştî ku soz ji girseyê re hat dayîn di demeke guncaw de bi qenalê re hevdîtinê bike û dosyayê pêşkêş bike, çalakî bi dawî bû.
Roja Şemiyê wê li Place Kleberê ji bo destekkirina Cizîrê mîtîngeke girseyî were lidarxistin.
EVRY
Li Evry û Melûnê çalakiya xwedîderketina li berxwedana Cizîrê hat lidarxistin. Hevseroka KCD-F Cemîle Renklîçay, nûnerê Komeleya AKÎFT, li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan Lamîa Seven û li ser navê Komuna Melûn Kadîr Taştan peyivîn. Di axaftinan de xwerêveberî hat silavkirin û hat destnîşankirin ku êrîşên qetlîamker û faşîst ên AKP'ê nikarin bi Kurdan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.