2 kesên din li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan

Li Cizîrê ku derketina derve lê qedexe ye, hêzên dewleta Tirk Bunyamîn Îrcî (15) qetil kirin. Mehmet Dîkmen (70) ê nexweşiya dil pê re hebû, ji ber polîsan nehiştin wî rakin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Gelê Cizîrê bi rojane li dijî terora dewletê berxwedaneke mezin nîşan dide. Li navçeyê ku gel tevahiya şevê li kolanan bû, danê sibehê saet di 04:00 de zarokê bi navê Buyamîn Îrcî (15) ê dixwest ji Taxa Nûrê derbasî Taxa Cûdî bibe, bi fîşeka polîsan birîndar bû. Ji bo Îrcî bi ambûlansê rakin nexweşxaneyê ew birin pişt Nexweşxaneyê Botanê. Lê belê di vê kêliyê de polîsan ji wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep gule reşandin û ji ber guleya li serê Îrcî ket, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îrcî birin Mizgefta Şêx Seîd a li Taxa Nûrê.

Di vê navberê de welatiyê bi navê Mehmet Dîkmen (70) ê li taxa Yafesê dima û demeke dirêj nexweşiya dil pê re hebû, danê sibehê rewşa wî giran bû. Malbata wî li Servîsa Lezgîn 112 geriya. Lê belê polîsên Tirk nehiştin ambûlans bikeve taxê. Ji ber vê yekê Dîkmen jiyana xwe ji dest da.