Êrîşên nîjadperestî zêde dibin, Kurd dikevin rewşa xweparastinê
Êrîşên faşîst ên ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê zêde bûn, duh bi şev û danê vê sibehê dewam kirin. Li hin navendan gel ket rewşa xweparastinê.
Êrîşên faşîst ên ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê zêde bûn, duh bi şev û danê vê sibehê dewam kirin. Li hin navendan gel ket rewşa xweparastinê.
Êrîşên faşîst ên ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê zêde bûn, duh bi şev û danê vê sibehê dewam kirin. Li gelek deveran nîjadperest-faşîstan bi teşwîqa polîsan êrîşî avahiyên HDP'ê û kargehên Kurdan kirin. Li hin navendan gel ket rewşa xweparastinê.
MÛGLA: Li navçeya Mûgla Marmarîsê, komek nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Navçeyê kirin. Komê camên avahiyê şikand, tabela daxist û ala pê ve kir.
MEREŞ: Li navçeya Mereş Elbîstanê, komên nîjadperest ên bi konveyekê li navenda navçeyê geriyan, xwestin provokasyonê derxînin û êrîşî avahiya HDP'ê mala cem û kargehên Kurdan û Elewiyan kirin. Komekê êrîşî mamosteyekî Amedî kir, lê poîsan dest li êrîşa komê wernedan.
ERZÎNGAN: Li Erzînganê nîjadperestan bi şev êrîşî avahiya HDP'ê kirin. Di êrîşê de 2 faşîstan derî şikandin û alavên li nava avahiyê ji hev belav kirin, şikandin.
MERSÎN: Li Taşûcû ya Mersîn3e 150 karkerên Kurd ên înşaetê ji êvara 7'ê Îlonê û vir ve li înşaeta lê dixebitin asê mane û rastî êrîşa nîjadperestan tên. Hat ragihandin ku konteynerên karkeran hatine şewitandin û bi çekê êrîş li karkeran hatiye kirin. Karker li hemberî êrîşan ketin rewşa xweparastinê û koma nîjadperest têk birin. Di pevçûnê de 2 karker û ji koma nîjadperest jî 2 kes birîndar bûn. Karker ji şantiyeyê derketin.
BÛRSA: Li navçeya Bûrsa Yenîşehîrê, komeke nîjadperest êrîşî karkerên Kurd ên li taxên bi giranî Kurd lê dijîn kirin. Vê gurûha nîjadperest bi qîrîn qîra heqaretan, zerar da kargehên Kurdan. Li navçeya Yildirim jî komên nîjadperest ên bi ala Tirk digerin, êrîşî Kurdan dikin. Kurd li hemberî van nîjadperestan ketine rewşa xweparastinê. Gel li pêşiya taxê bend danî û hewl dide xwe ji êrîşan biparêze.
KOCAELÎ: Li Kocaeliyê komên nîjadperest duh êvarê êrîşî avahiya HDP'ê ya Navçeya Darica kirin. Di dema êrîşê de polîsan xwestin HDP'yî ji avahiyê derkevin, lê belê HDP'yiyan ji ber nebûna ewlekariya jiyana wan, ev red kirin. Li ser vê yekê polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîş kirin.
BARTIN: Nîjadperestan duh êvarê li Yûkari Çarşi Havûz Başi êrîşî avahiya HDP'ê ya Bajêr kirin. Ji komê 5 kesan tabeleya partiyê ya li qatê 3. daxistin xwarê û li şûna wê ala Tirkan daliqandin. Komê her wiha camên avahiyê şikand.
ANTALYA: Li Antalyayê jî êrîşên nîjadperestan dewam dike. Kurdên li navçeya Kepezê i hemberî êrîşan ketin rewşa xweparastinê û hewldanên êrîşa faşîstan şikandin.