Hikûmeta Iraqê: Operasyonên dewleta Tirk êrîşa li dijî serweriya me ye

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek li ser malpera fermî ya wezaretê şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ragihand ku der barê êrîşan de di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê de ti peyman nîne û got, "Operasyonên dewleta Tirk êrîşek li dijî serweriya dewleta Iraqê ye. Ev êrîş ji bo xerabûna têkiliyên navbera her du welatan, sedem e."

Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku êrîşên bi vî rengî beriya niha jî zerar dabû têkiliyên her du welatan. Wezaretê diyar kir ku haya hikûmeta Iraqê ji êrîşan tinebû û got, "Ev tiştekî were qebûlkirin nîne. Ev operasyonên dewleta Tirk êrîşek li hemberî mafên serweriyê yên Iraqê ne. Ji ber vê yekê ev êrîş wê zerarê bide têkiliyên Enqere û Bexdayê."