Sariyildiz: Pitika 35 rojî ne sivîl e?

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz li Davûtoglû yê digot "Li Cizîrê windahiyeke bi tenê ya sivîl jî nîne" ev pirs kir: "Pitika 35 rojî ya ji ber nekarî bibin nexweşxaneyê mir, ne sivîl e? Dayika 7 zarokan Meryem Sune ne sivîl e?"

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê bi rojane li Cizîrê ye, li hemberî derewa Serokwezîr Davûtoglû ya digot, "Li Cizîrê windahiyek bi tenê ya sivîl jî nîne", bi weşandina navê sivîlên jiyana xwe ji dest dane re bersiv da û pirsa "Gelo vana ne sivîl in kir?"

Sariyildiz bi rêya hesabê xwe yê twîtterê navên sivîlên hatin kuştin, weşand:

"Mehmet Emîn Levent ne sivîl e?

Saît Çagdavûl (18) ne sivîl e?

Osman Çagli (18) ne sivîl e?

Dayika çar zarokan Maşallah Edîn (40) ne sivîl e?

Cemîle Çagirga (10) ne sivîl e?

Dayika heft zarokan Meryem Sune ne sivîl e?

Ozgur Taşkin (18) ne sivîl e?

Eşref Edîn (60) ne sivîl e?

Bahattîn Sevînlîk (50) ne sivîl e?

Sûphî Saral (50) ne sivîl e?

Saît Nacî (17) ne sivîl e?"

Sariyildiz pitika 35 rojî ya ji ber nekarîn rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bibîr xist û pirsa "Pitika 35 rojî ne sivîl e?" li Davûtoglû kir.

Sariyildiz ji bo balê bikişîne ser sivîlên hatine qetilkirin ev pirs pirsî:

"Sê welatiyên me yên sivîl ên krîza dil derbas kirin lê nekarîbûn rakirin nexweşxaneyê ne sivîl in?

Zarokê 10 salî yê îro gule li serî ket ne sivîl e?

Abdullah Ozcan ê ji lingê xwe birîndar bû û ancax piştî 12 saetan rakirin nexweşxaneyê ne sivîl e?

Bi deh hezaran mirovên li vê taxê we tî birçî hiştine, ne sivîl in?

Çar zarokên dema diçûn nan bikirin ji ber gulereşandina ji wesayîta zirxî birîndar bûn ne sivîl in?"