Li Mûşê 4 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin

Li Mûşê, di operapsyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin.

Di çarçoveya konsepta şer a AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin.

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Mûşê Cîhan Akpolat, Rêveberê DBP'ê yê Bajêr Selamattîn Yilmaz, Hevserokê berê yê DBP'ê yê Gimgimê Guven Meşe, Nûnerê MEYA-DER ê Bajêr Îrfan Kandemîr û Nîmet Yilmaz ên pêr bi şev ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derketin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê Akpolat, Yilmaz, Meşe û Kandemîr bi îdîaya "endametiya rêxistinê" radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Dadgehê jî 4 kes girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Li navçeya Mûş Kopê jî, ciwanê bi navê Resûl Akyol li Kolana Roboskî ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin. Akyol birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeye.