'Divê mirovahî li pêşberî rewşa li Cizîrê bêdeng nemîne'

Li ser banga OHD û MHD hiqûqnas diçin Cizîrê cihê dewlet lê komkujiyê dike. Parêzer Zîncîr ê di nava heyetê de cih digire destnîşan kir ku divê li hemberî faşîzma Erdogan her kes têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Li ser banga OHD û MHD hiqûqnas diçin Cizîrê cihê dewlet lê komkujiyê dike. Parêzer Zîncîr ê di nava heyetê de cih digire destnîşan kir ku divê li hemberî faşîzma Erdogan her kes têkoşîneke hevpar bimeşînin.

'EM, QEDEXEYÊN NE REWA NAS NAKIN!'

Ji bo gelê Cizîrê yê ji aliyê tîmên taybet ên hikûmeta AKP'ê ve hatiye dorpêçkirin, rastî komkujiyan tê û elektrîk, av, xwarin û pêwîstiyên ragihandinê li ser hatine qutkirin, destekek din ji hiqûqnasan hat. Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz ên Mezopotamyayê (MHD), baro û parêzer wê roja Înê li Merdînê bicivin û ji bo dawî li zilma dewletê bînin, biçin Cizîrê.

Parêzer Sînan Zîncîr ê di nava heyeta ji Stenbolê diçe Mêrdînê de cih digire ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ew nikarin li hemberî vê zilm û dorpêçiyê bêdeng bimînin. Zîncîr anî ziman ku li Cizîrê gel tê qetilkirin û got, "Em, pêkanînên rewşa awarte yên ne rewa yên qedexekirina derketina derve nas nakin. Gelê Cizîrê ne bi tenê ye. Em ê li cem gelê xwe cih bigirin."

LI DIJÎ FAŞÎZMA ERDOGAN BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Parêzer Zîncîr da xuyakirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi agir dilîze û l hemberî polîtîkayên wî yên rê li ber komkujiyan vedikin, bang li hemû gelan kir ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Parêzer Zîncîr bal kişand ser êrîşên faşîst ên li hemberî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan jî û da zanîn ku ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî Kurd rastî qirkirinê tên.

'GIRÎNG E HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE'

Parêzer Zîncîrg ot, "Ne tenê Kurd, her kesên esmer bi gefê re rû bi rû ne. Em bi gurûheke ewçend nîjadperest, ewçend qetlîemkar re rû bir û ne. Yê ev gurûh xistiye nava tevgerê jî MÎT e, gladyoya Qesrê ye. Li hemberî vê yekê divê gelên Tirkiyeyê, bindest, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, akademîsyen, entelektuel dengê xwe bilind bikin...Ji bo xwe gihandina Cizîrê em ê serî li her rê û rêbazê bidin."