Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li Hezexê de nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya li Cizîrê da û got, "Eger em li dijî bûyerên li Cizîrê nemeşin, wê ev agir her kesî bişewitîne. Bodrûm ne dûrî Cizîrê ye."
HDP'ê civîna koma partiya xwe, bi armanca şermerzarkirina komkujiya dewletê ya li Cizîrê û destekkirina gelê li ber xwe dide, li navçeya Şirnex Hezexê pêk anî.
Çend ji xalên Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li civînê de destnîşan kir bi vî rengî ye:
"Di van saetên ku li Cizîrê hilmstend nepêkane, em civîna xwe pêk tînin. Tevî her tiştî jî ev meşa me ya bi rûmet didome. Li Cizîrê pêkanîna li dijî mirovahiyê heye.
Divê were fêmkirin bê qîmeta aştiyê ya li ser vê xakê çawa ye. Hînê berî çend rojan li hemberî gelê me gelek êrîş hatin kirin. Bi awayekî vekirî xuyaye ev êrîşên nîjadperestî bi desteka MÎT û dewletê tên kirin.
Piştî ewçend êrîşên nîjadperestî, ewçend bûyerên şewitandinê şukir lêpirsînek hat vekirin. Lêpirsîn li kê hat vekirin? Li min hat vekirin. Ji ber ku min Xala 125. a TCK bibîr xistiye. Dozgeriya Amedê der heqê min de lêpirsîn daye destpêkirin.
'EV AGIR WÊ HER KESÎ BIŞEWITÎNE'
Gelê me ji ber ku gelekî baş bi girîngiya aştiyê dizane, dibêje aştî. Em nêrîna gelê xwe bilêv dikin û dibêjin aştî. Ne ji ber neçaretiyê, ji ber tirsê, ji ber ku em ji aştiyê bawer dikin em dibêjin aştî. Ji ber ku em dizanin eger aştî neyê wê çi bê serê mirovan. Eger em îro li hemberî qewimînên li Cizîrê nemeşin, bawer bikin wê ev agir her kesî bişewitîne. Nebêjin qey Bodrûm gelekî dûrî Cizîrê ye. Eger li hemberî trajediya li Cizîrê bêdengî hebe, wê aştî çawa were? binêrin Sûriye û Iraq ketin çi rewşê? Niha Tirkiye li qiraxa vê ye. Em ne tenê ji bo gelê li Cizîrê tevdigerin, ji bo tevahiya gelê Tirkiyeyê yê li ber karesatê ye tevdigerin. Dema emvê dikin jî ji Enqereyê heqaret û gef li me tên xwarin.
Divê Serokkomar û Serokwezîr zanibin ku sekna HDP'ê ya di pêvajoya çareseriyê de neguheriye û li heman cihî ye. Binêrin em jehrê vedixwin. Me bedena xwe xistine bin van keviran. Vaye mirov bi vî rengî li aştiy3e digerin. Di rojên hêsan de bilêvkirina aştiyê ne ji dil e. Eger hûn jî samîmî bin, fermo em dest bidin hev û rijandina vê xwînê bisekinînin.
KCK bersivên erênî dide bangên me. Ji aliyekî bi vî rengî bersiv tê dayîn, lê Enqere hînê di şer de israr dike.
Mirovek çek jî di dest de hebe, yekser gule lê nayê reşandin. Em nizanin li Cizîrê mirovên çekdar hene yan na. Em dibêjin av tineye. Destûrê nadin em avê jî bibin. Yên di demên berê de sûç kirine, îro cezayên xwe dikişînin. Bila li paşerojê binêrin. Înşalleh em ê bûyerên ev 9 roj in bi serê gelê Cizîrê de tê nedin ji bîr kirin. Hêvîdarim heta 1'ê Mijdarê tuyê li cihê xwe be ku em ê ji bo darizandina te ya pêwîst bikin.