Girtiyê nexweş Çelebî di nava tecrîda tecrîdê de ye
Nexweşê Wernîcke Korsakoff û şîzofrenî Mehmet Alî Çelebî, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê, di nava tecrîda tecrîdê de tê ragirtin.
Nexweşê Wernîcke Korsakoff û şîzofrenî Mehmet Alî Çelebî, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê, di nava tecrîda tecrîdê de tê ragirtin.
Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê tê ragirtin Ersîn Bagatûr bal kişand ser zextên rêveberiya girtîgehê li girtiyê nexweşiya wernîcke korsakoff Mehmet Alî Çelebî dike.
Bagatûr fanksek ji ANF'ê re çand, bal kişand ser rewşê û xwest Çelebî bê berdan.
Çelebî yê di sala 1996'an de tevlî berxwedana rojiya mirinê bû, bi neweşiya 'wernîcke korsakoff' ket. Çelebî ku di heman demê de bi nexweşiya şîzofrenî ketiye, hat berdan, lê belê di sala 2012'an de careke din hat girtin.
Bagatûr got, "Mîna ku nexweşî têrê nake, îdareya girtîgehê ev sê meh in tecrîda di nava tecrîdê de li ser ÇelebÎ ferz dike. Mafê wî yê sohbetê bê sedem asteng dike."
Bagatûr anî ziman ku ji bo guhertina hucreya Çelebî yê bi tenê nikare îdara xwwe bike, wan serî li Wezareta Edaletê dane, lê belê encamek jê negirtine.
Bagatûr xwest, tecrîda tê meşandin bê rakirin.