ROJANE
Hemû Nûçe
-
Faşîstan di kontrola polîsan de êrîşî avahiya HDP’ê ya Aksaray kirin
Polîsan di kontrola polîsan de êrîşî avahiya HDP’ê ya Aksaray kirin. Faşîstên ku tabeleya HDP’ê daxistin, li şûna wê ala Tirk daliqandin û tabela parçe kirin. -
Polîsan li Kadikoy êrîş bir ser girseya êrîşên nîjadperest protesto dikir
Li navçeya Kadikoy a Stenbolê girseya dixwest bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li hember avahiyên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û ESP’ê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hat. -
Li Enqere û Kirşehîrê li hember avahiyên HDP’ê êrîş
Li Enqere û Kirşehîrê li dijî avahiyên HDP'ê bi çavdêriya polîsan êrîşên nîjadperest pêk hatin. Di êrîşa li Kirşehîrê de êrîşkarên avahî şewitandin piştre jî berê xwe dan malên Kurdan. -
HDP: Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Antalya Sarûhan Olûç diyar kir ku rojnameya Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike. -
'Gel û PKK ji aştiyê re amade ye; AKP û Erdogan na'
Parlamentera HDP’ê Kolçak, bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengên xwe bi kar bînin. Kolçak li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku gel û PKK ji aştiyê re amade ne. -
Hevserok, wezîr û wekîlên HDP'ê wê li Cizîrê kom bibin
Parlamenterên HDP’ê wê biçin Cizîra ku terora dewletê lê zêde bûye. -
Li Bismilê li dijî berxwedanê "qedexeya derketina derve"
Walîtiya Amedê, li Bismilê "qedexeya derketina derve" îlan kir. -
Faşîstan li Konya, Mersîn, Eskîşehîr û Antalyayê êrîş kirin
Bi rêveçûna konsepta şer a AKP'ê re êrîşên faşîst jî zêde bûn. Li gelek bajar û navçeyan karkerên Kurd rastî êrîşê tên. Faşîstan êrîşî avahiyên HDP û saziyên demokratîk kirin. -
Hejmara polîsên li Îdirê mirin bû 14-HAT NÛKIRIN
Hejmara polîsên di êrîşa li hemberî polîsan a li navçeya Îdir Başanê (Aralik) mirin, derket 14'an. -
Civînên HDP'yiyan ên li Hollandayê didomin
Li Rotterdamê xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan zêde bûn. Di civîna bi rojeva hilbijartinê de hat xwestin ku qeyda hilbijêran were kontrolkirin. -
Li Îdirê 12 polîs mirin, 3 giran birîndar bûn
Li navçeya Îdir Başan (Aralik), di êrîşa bombeyî ya li hemberî polîsên li Deriyê Sînor ê Dilûcû wezîfedar de, 12 polîs mirin. Di êrîşê de 3 polîs jî bi giranî birîndar bûn. -
Li Mûşê 2 girtin, li Bedlîs û Amedê 4 binçavkirin
Li Mûşê 2 kes hatin girtin, li Bedlîs û Amedê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Li Elmanyayê seferberiya HDP'ê ya ji bo 1'ê Mijdarê didome
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Fûlda, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê dewam dikin. -
Li Rûsyayê komîsyona HDP'ê ya hilbijartinê hat avakirin
Xebatên HDP'yiyên li derveyî welat ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li her deverê belav dibin. Kurdistaniyan li Moskowê komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan ava kirin. -
Yuksekdag: Em ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji bo êrîşên duh rû dan got "prova şerê navxweyî" û destnîşan kir ku ew ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne. -
Gerîlayan 20 karmendên gumrikê serbest berdan
20 karmendên gumrikê yên ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. -
Polîsan avêtin ser buroyên ESP'ê
Polîsên Tirk avêtin ser buroyên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên li navçeya Maltepe û Ataşehîrê yên Stenbolê. Polîsan her wiha bi ser malên endamên partiyê de jî girtin. -
Li Êlihê 8 'Herêma Ewlekariyê Leşkerî' hatin îlankirin
Walîtiya Êlihê, li navçeyên Qabilcewz Hezo û Heskîfê 8 herêm ji bo şeş mehan weke "Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî" îlan kir. -
Ji bo koçberan maseya krîzê hat avakirin
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, ji bo koçberan maseya krîzê ava kirin. -
Li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Kiriklarê îşkenceya du kelepçeyan
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Kiriklarê tên ragirtin, li salonên bendemayînê yên li nexweşxaneyan û li ser rêya polîklînîkan rastî pêkanîna du kelepçeyan tên. -
'Deng ji partiya azadîparêziya jinê re'
Saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku AKP bi tinehesibandina destûra bingehîn û hiqûqê re, bi zilm û şerê li dijî daxwaza guhertinê ya gel, Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de dixe nava hilbijartineke pêşwext. -
Li Meletiyê jî êrîşî avahiya HDP'ê kirin
Li Meletî komeke nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Meletiyê kir. -
Faşîst êrîşî avahiya HDP’ê ya Bagcilar dikin
Hat ragihandin ku komeke faşîst a nêzî 500 kesan êrîşî avahiya HDP’ê ya Bagcilar dike. -
Otobusa HDP’yî ji Îzmîrê dibir Cizîrê hat desteserkirin
Polîsan otobusa heyeta HDP'ê ya ji bo piştevaniya gelê Cizîrê ji Îzmîrê ber bi Cizîre ve ket re desteserkirin. -
OGC’ê êrîşên li hember çapemeniyê rexne kir
OGC’ê bal kişand ku ji êrîşên li hember çapemeniyê AKP berpirsyar e.