Heyeta ESP'ê ya ji bo çûyîna Cizîrê bi heyeta HDP'ê re ket ser rê, li Mîdyatê hat astengkirin. Heyeta ku Seroka Giştî Sûltan Ûlûsoy jî di nav de ye, destûr nehat dayîn ku bikeve nava Hezexê.
Dewleta Tirk a bi rojane li Cizîrê komkujiyê dike, dorpêçiya xwe berfireh kir. Polîs û leşkerên heta pêr destûr didan gel biçe Hezexê, ji duh bi şev û pê ve ji navçeya Mêrdîn Mîdyatê dest bi astengiyan kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Stenbolê Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy û Alîkara Seroka Giştî Fethiye Ok, ketin ser rêya Cizîrê.
Rêveberên HDP û ESP'ê, li navçeya Mêrdîn Mîdyatê hatin sekinandin. Polîsan gotin ku ew ê nehêlin heyet xwe bigihîne Hezexê.
Di encama nîqaşên demdirêj de destûr hat dayîn ku Yuksekdag, şêwemenda wê Olcay Çelîk û Temellî derbas bibin, lê heyeta ESP'ê hat astengkirin.
Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy diyar kir ku ew ji bo biçin cem gelê Cizîrê ketine ser rê û got, "Niha em li Mîdyatê ne. Em ê careke din biceribînin."