Li Fransayê çalakiyên ji bo Cizîrê didomin
Li Fransayê, êrîşên AKP'ê yên nîjadperestî yên li hemberî Cizîrê, hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de banga baldariyê li raya giştî hat kirin.

NORMANDÎE
Li herêma Normandîe ya Fransayê, komkujiyên faşîzma AKP'ê li Cizîrê li hemberî sivîlan dike, bi mîtîngekê hatin şermerzarkirin. Di mîtînga bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Les Mureaûx de Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Nûnerê Partiya Komujîst û MLKP'ê destek dan mîtîngê. Nûnerên saziyên di mîtîngê de amade bûn jî êrîşên faşîstane yên AKP'ê şermezar kirin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Fransî Yên li ser komkujiya li Cizîrê hatin belavkirin û raya giştî hat xwestin ku bêdeng nemîne.
DREÛX
Li bajarê Fransa Dreûxê jî, komkujiya li Cizîrê ji aliyê Navenda Çanda Elewiyan a Dreûxê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de êrîşên nîjadperestî hatin şermezarkirin û hat gotin, "Ji bo qesrê û desthilatdariyê, divê gel li hemberî hev ranebin. Pêwîste komkujiya li Cizîrê tavilê bi dawî bibe."