Li Riha û Îdirê girtin, li Mêrdînê binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî jî dewam dikin. Li pirsûsê kesek, li Îdirê 4 kesên din hatin girtin. Li Mêrdînê jî kesek hat binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî jî dewam dikin. Li pirsûsê kesek, li Îdirê 4 kesên din hatin girtin. Li Mêrdînê jî kesek hat binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di serdegirtina polîsan a li mala li taxa 8 Martê de, operatorê kemçeya Şaredariya Nisêbînê Faysal Dag hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Dag nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Polîsan her wiha avêtin ser mala xebatkara Navenda Çandê ya Mîtannî Nazli Dûman, lê ji ber ku ew ne li malê bû, ji malê derketin.

RIHA

Rêveberê DBP'ê yê Navçeya Riha Pirsûsê Îlyas Bozkûrt ê pê hat binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê sewqî Edliyeya Pirsûsê hat kirin. Bozkûrt hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

ÎDIR

Li Îdirê welatiyên bi navê Omer Kaya, Mehmet Selçûk, Ferzende Abay û Îsmaîl Tîkîk ên di 6'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Îdirê.