SP a Swîsre: Erdogan li ber deriyê Ewropa li dijî Kurdan şer dike
Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, şerê Tirkiyeyê yê li hemberî gelê Kurd şermezar kir.
Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, şerê Tirkiyeyê yê li hemberî gelê Kurd şermezar kir.
Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, şerê Tirkiyeyê yê li hemberî gelê Kurd şermezar kir.
Li hemberî polîtîka şer a Erdogan û hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan û derdorên demokratîk dane destpêkirin û li dijî êrîşên rojên dawî yên li hemberî HDP'ê, li qada navneteweyî nerazîbûn zêde dibin.
Herî dawî Partiya Sosyalîst a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şerê hikûmeta Tirk li hemberî Kurdan daye destpêkirin nayê qebûlkirin û bang li Swîsreyê kir, ku li dijî bûyerên li Kurdistanê diqewimin bikeve nava tevgerê.
Daxuyanî bi serenavê "Divê Swîsre li hemberî polîtîkaya şîdetê ya hikûmeta Tirk bikeve nava tevgerê" hat weşandin.
Di daxuyaniya bi îmzeya Parlamenterê Federal ê SP û namzetê parlamenteriyê yê Baselê Mûstafa Avci de hat destnîşankirin, ku Serokkomarê Tirk Erdogan li ber deriyê Ewropayê li hemberî Kurdan şer daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan û hikûmeta Tirk dixwazin şîdeta bi krîza Ûkraynayê re destpê kiriye mezin bike û li dijî şerê Erdogan bang li Swîsreyê hat kirin ku tavilê bikeve nava tevgerê.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li hemberî HDP'ê jî û hat destnîşankirin ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe welat veguherandiye qada şer.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî şerê ji nû ve li hemberî Kurdan hatiye destpêkirin, divê Parlamenta Federal a Swîsreyê zexteke mezin li hikûmeta Enqereyê bike û ji Swîsreyê hat xwestin ku ji bo parastina mafên bingehîn ên mirovan û sekinandina şerê li Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê.
SP da xuyakirin ku divê hikûmeta Swîsreyê bike ku Parlamenta Ewropa jî li ser vê mijarê bikeve nava tevgerê û bibîr xist, ku pêwîste Parlamenta Ewropa (PE) Erdogan hişyar bike ku hurmetê nîşanî encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê bide û ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê rewşeke aram biafirîne.
Di daxuyaniyê de her wiha ji hikûmeta Swîsreyê hat xwestin, ku peymanên xwe yên stratejîk ên di Cotmeha 2013'an de bi Tirkiyeyê re mor kir, careke din li ber çavan derbas bike û ji ber hurmeta xwe ya li mafên mirovan, peymanên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê ji nû ve binirxîne.
Di daxuyaniyê de bang li Swîsreyê hat kirin ku destekê bide parêzvanên mafên mirovan û aştîxwazên li Tirkiyeyê û di pêkanîna aştiyê de bi berpirsyarî rabe.