Li Marsîlyayê xebatên HDP'ê yên hilbijartinê
HDP, li bajarê Fransa Marsîlyayê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê didomîne.
HDP, li bajarê Fransa Marsîlyayê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê didomîne.
Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Marsîlyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civiya û banga seferberiyê li hilbijêrên li Marsîlyayê kir.
Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo xwe bigihêinin hemû hilbijêrên li bajarên Marsîlya, Nîce, Montpellîer, Avîgnon, Perpîgnan û bajarokên ser bi van bajaran, wan xwe ji bo xebateke aktîf bi rêxistin kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji Erdogan û AKP'ê yên biryara şer dane, wê bersiv di 1'ê Mijdarê de bê dayîn.
'EM Ê NEHÊLIN WELÊT BIKIN DOJEH'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Ermenî, Êzidî, Xiristiyan û Misilmanên li Marsîlya û derdora wê dijîn, bi dengdayîna ji bo HDP'ê re em ê pêşî li şer, înkar û dîktatorekî bigirin, ku welêt neke dojeh. Em ê aştî, azadî û biratiya gelan bi hev re ava bikin."