HDP'ê ji AKP’ê pirsî: Hûn ê li hember çapemeniya azad operasyonê bikin?

HDP'ê zextên li ser ajansa me DÎHA'yê û weşanê muxalîf bire rojava meclîsê. HDP'ê agahiyên dê operasyona li hemberî DÎHA'yê pêk bê û xebatkarên wê dê bên binçavkirin ji Wezîrê Ragihandin û Deryavaniyê Ferîdun Bîlgîn pirsîn.

HDP'ê zextên li ser ajansa me DÎHA'yê û weşanê muxalîf bire rojava meclîsê. HDP'ê agahiyên dê operasyona li hemberî DÎHA'yê pêk bê û xebatkarên wê dê bên binçavkirin ji Wezîrê Ragihandin û Deryavaniyê Ferîdun Bîlgîn pirsîn.

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca piştî hikûmeta AKP'ê û Erdogan konsepta şer da destpêkirin û bi destê TÎB'ê li hemberî DÎHA'yê zext, sansur û astengkirin, êrîşên polîs û leşkeran ên li hemberî nûçegihanên DÎHA'ê bire rojava Meclîsê. Uca pirsnameya bi daxwaza Wezîrê Ragihandin û Deryavaniyê Ferîdun Bîlgîn bipersîvîne da meclîsê. Uca di pirsnameya xwe de rapora Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya sala 2015'an de di nava 180 welatan de di rêza 149'an de cih digire bi bîrxist.

Uca diyar kir ku li hemberî DÎHA'iyê 20 caran astengî pêk hat û nûçegihanên DÎHA'yê her tim rastî zextan tên û wiha got: "Herî dawî li Cizîrê di qedexekirina kolanan de tenê DÎHA'yênûçe derbas dikirin û di pêvajoya qedexekirina kolanan de her roj TÎB'ê sîteya DÎHA'yê asteng kir. Nûçegihanên DÎHA'yê her tim gotin 'Em her tim di bin zextan de ne û tu ewlehiya canê me tuneye' anîbûn ziman. Raya giştî ya Tirkiyeyê DÎHA li Kobanê, Cizîr, Pozanti, Roboskî û gelek cihên din ên binpêkirinên mafên mirovan lê pêk hatin û bi nûçeyên çêkirin û bûyer derxistin ve hat nasîn. DÎHA di aliyê azadiya mafê ragihandinê de xwedî mîsyonekî gelek girîng e."

Zextên li ser DÎHA'yê bi armanca mafê hînbûna heqîqatê ji destê gel digire ye

Uca da zanîn ku zext û sansura li ser DÎHA'yê li dijî madeyê 28'an ê Makezagonê yê "Çapemenî azad e û nayê sansûrkirin" e û wiha pê de çû: "Zext û sansûr li ser DÎHA'yê di mijara binpêkirina mafên mirovan de di raya giştî de gumanekî gelek cidî pêk tîne. Zextên li ser DÎHA'yê binpêkirina madeyê 31'emîn ê makezagonê ye. Bi vê yekê mafê gel ê heqîqatê hîn bibe digirin."

Uca têkîldarî mijarê ev pir ji Wezîr Bîlgîn kir:

* DÎHA bi kîjan hincetên qanûnî cara 20'êmîn hatiye astengkirin?

* Astengkirina DÎHA'yê piştî teqîna li navçeya Pirsûsê û operasyona hewayî ya li dijî bakurê Iraqê hêzên çekdar ên tirk pêk anîn çêbû, gelo ev tesaduf e?

* Bi awayekî sîstematîk astengkirina DÎHA'yê ji aliyê TÎB'ê ve gelo parçeyeke konsepta şer ê li Rojhilat û Başurrojhilatê Anatolyayê tê meşandin e?

* Îdiayên ku dema nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a DÎHA'yê nûçe dişopînin tên astengkirin, nûçegihan tên derbkirin, tên binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxûriyê rast in?

* Heke îdîayên ku nûçegihanên DÎHA'yê bi derbkirinê tên binçavkirin rast e, der barê hêzên ku vê yekê dikin de lêpirsînek hatiye destpêkirin?

* Astengkirina DÎHA'yê gelo wekî ku tê îdiakirin têkîldarî îşkenceya ku tîmên taybet li Geverê bi serdegirtina şantiyeyê de kirin, cenazeyên leşkeran ên ku gel ji Oremarê anîn û bûyerên ku li Cizîrê dema qedexeya 8 rojan pêk hatin e?

* Gelo îdiayên ku sîxûrî li ser nûçegihanên DÎHA'yê tê ferzkirin rast e? Heke rast be kê yan jî kîjan saziyê ev pêkanîn kiriye? Ev tişt gelo li ser esasê kîjan qanûn an jî qanûnan hatiye kirin? Di Roja Azadiya Çapemeniyê de di 24'ê tîrmehê ku li dijî kampên PKK'ê êrîşa hewayî pêk hat, di nav de DÎHA jî heye 90'î zêdetir malperên înternetê bi biryara astengkirina gihandinê ve û heman rojê Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç navê rojnameyên Ozgur Gundem û Evrenselê da û bi gotina "di destên me de dosya hene ev makîneyên suc in" ve çapemenî hedef da gelo têkîliya vê bi van pêkanînan heye?

* Agahiyên wekî wê li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê operasyon pêk bê, nûçegihan û xebatkar wê bên binçavkirin û ji bo vê yekê amadekarî tê kirin hene. Têkîldarî vê yekê gelo agahiya wa heye?