Di ser komkujiya li Pirsûsê ya ku ji aliyê DAIŞ a faşîst a destekê ji AKP'ê dibîne ve hat kirin û 33 şoreşgeran jiyana xwe ji dest dan, du meh derbas bûn. Ji bo hesabpirsîna ji qetlîamkeran û jibîrnekirina şoreşgerên hatin qetilkirin, Platforma Edalet ji bo Pirsûsê û Piştevaniya Pirsûsê hat avakirin. Niha jî malbatên ewlad, bav, dayik, hevser, xwişk û birayên xwe li Pirsûsê winda kirin, bi gotina "Bila dilên me ji bo edaletê lê bidin" Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ava kirin.
Însiyatîfa dibêje "Bila dilên me ji bo edaletê lê bidin", wê sibe saet di 12:00 de li Taksîm Hîll Otelê civîneke çapemeniyê lidar bixe û damezrandina xwe ragihîne.
Di civîna çapemeniyê de, tevî malbatên şehîdan û birîndaran wê malbatên ji Gezî heta Dayikên Şemiyê li edaletê digerin, amade bin.
Keça Nazegul Boyraz a hat qetilkirin Yasemîn Boyraz û kekê Ûgûr Ozkan ê hat qetilkirin Suleyman Ozkan, dan xuyakirin ku Însiyatîf ji bo tevkariyê li têkoşîna edaletê ya ji bo Pirsûsê bike, hatiye avakirin.
Ozkan got, "Di 20'ê Tîrmehê de 33 canên me qetil kirin. Ji bo ala canên me yên hatin qetilkirin nekeve erdê, em li hev kom bûn."
Ozkan bal kişand ser biryara nepenîtiyê ya li ser dosya lêpirsînê û got, "Beriya her tiştî em dixwazin ev biryara nepenîtiyê bê rakirin. Em edaletê dixwazin. Ji ber vê yekê me got, 'Bila dilên me ji bo edaletê lê bidin' û em hatin cem hev." Ozkan da zanîn ku ew ê ala 33 canên xwe dewr bigirin.
Yasemîn Boyraz jî bang li her kesî kir ku beşdarî civîna çapemeniyê ya sibe bibe û got, "Bila dilên me ji bo edaletê lê bidin."