Li Munchenê AKP hat şermezarkirin, HDP hat destekkirin
Li bajarê Elmanya Munchenê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Kurd SARA, konê hilbijartinê yê HDP'ê hat vedan. Di çalakiyê de terora AKP'ê hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Kurd SARA, konê hilbijartinê yê HDP'ê hat vedan. Di çalakiyê de terora AKP'ê hat şermezarkirin.
Li binê konê li ber Şardariya Munchenê hat vedan, belavoka ji aliyê pêkhate û parlamenterên HDP'ê, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên meclîsa şaredariyê ve hat îmzekirin, hat xwendin.
'BILA ÇARESERÎ BIKEVE ROJEVÊ, QEDEXEYA LI SER PKK'Ê WERE RAKIRIN'
Di belavokê de hat gotin, "Feraseta faşîzan a Tirkiye li hemberî Kurdan dimeşîne, xwe di nava Tirkên li Ewropayê de jî daye der. Êrîşa nîjadperestî ya li Hannoverê mînaka vê ye. Divê helwesta Ewropiyan a li hemberî Tirkiyeyê zelal û tund be. Pêwîste qedexeya li ser PKK'ê were rakirin û êrîşên faşîzan û nîjadperest ên li hemberî HDP'ê, bên bidawîkirin. Divê pêvajoya aştiyê ji nû ve bikeve rojevê û ji bo çareseriyê ya pêwîst bê kirin. Bi bilindkirina têkoşîna aştî û azadiyê re divê bersiv li hemberî van êrîşên nîjadperest û faşîzan bê dayîn."
Rojnamevan-Nivîskar Mehmet Altan ê ji bo panelekê li Munchenê ye, kon ziyaret kir.