Kerestecîoglû, wêneyên îşkenceyê ji AKP'ê pirsî

Parlamentera HDP’ê Kerestecîoglû, pêşnûmepirsek der barê îşkenceya li hember 3 kesên ku tê îdîakirin HPG'yî ne da.

Parlamentera HDP’ê Kerestecîoglû, pêşnûmepirsek der barê îşkenceya li hember 3 kesên ku tê îdîakirin HPG'yî ne da.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, têkildarî îşkenceya li hember 3 kesên ku tê îdîakirin HPG’yî ne û li Erziromê hatibûn binçavkirin  û wêneyên wan ên îşkencekirî hatibûn weşandin, pêşnûme pirs da Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok.

‘WE LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN?'

Kerestecîoglû ya HDP’yî ji Wezîr Altinok re ev pirs kirin:

“Îdîayên ku kesên ku me li jor dan diyarkirin li hember wan îşkence hatine kirin û wêneyên îşkenceyan, wezîfedarên ewlehiyê dane medyayê, rast in?

Ger rast bin, ji hêzên ewlehiyê kesên ku van îşkenceyan dikin, wêneyan dikişînin û yên dane medyayê hatine tespîtkirin?

Di bin kontrola hêzên ewlehiyê der barê ji hêzên ewlehiyê kesên ku îşkence û mûameleya ne baş raber kirine de ti lêpirsînên we destpê kirine hene?”