Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Demîr bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cemal Demîr (Delîl Koçer), bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Cemal Demîr (Delîl Koçer) ê di êrîşa 14'ê Îlonê ya li hemberî Fermendariya Jendermeyan a Navçeya Amed Hezroyê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Mersîn Tarsûsê hat veşartin.

Cenazeyê Demîr bi şev anîn mala malata Demîr a li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûsê û ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Li taxê danê sibehê dikan nehatin vekirin û girseya gel cenazeyê Demîr ji mala malbatê wergirt û anî ber Nûnertiya HDP'ê ya Taxê.

Piştî bi cih anîna wecîbeyên olî, girseyê darbest danî ser milan û bi meşekê bir Goristana Navçeyê.

Di meşê de dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Demîr hatin hilgirtin û kevokên aştiyê hatin firandin.

Cenazeyê Demîr ê HPG'yî li ber qîrîna dirûşmeyan hat veşartin.

Bav Beşîr Demîr li vir axaftineke kurt kir û got, "Me kurê xwe fedaî aştî û azadiya gelê Kurdistanê kirin. Bila serê tevahiya gelê Kurdistanê û Birêz Abdullah Ocalan sax be."