‘Ewlekariya canê rojnamevanên Kurd nîne'

Encamnameya, konferansa bi serenava, “Tirkiye: Li welatekî qutubûyî de parastina maf û azadiya rojnamevanan” hat aşkerakirin. Di encamnameyê bal hat kişandin ku ji azadiya rojnamevanan bi fikar in.

Encamnameya, konferansa bi serenava, “Tirkiye: Li welatekî qutubûyî de parastina maf û azadiya rojnamevanan” hat aşkerakirin. Di encamnameyê bal hat kişandin ku ji azadiya rojnamevanan bi fikar in. Hat xwestin ku rojnamevanên girtî bên berdan û sansûr bi dawî bibe.

Encamnameya konferansa, “Tirkiye: Li welatekî qutubûyî de parastina maf û azadiya rojnamevanan” a ji aliyê, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye (TGS), Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFC), Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFC) û Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiye (TGC) ve hat lidarxistin aşkera bû.

Encamname li Salona Konferansê ya TGC Bûrhan Felek bi civînekê hat aşkerakirin. Serokê TGS’ê Ûgûr Guç encamname xwend. Guç, diyarkir ku di encama konferansa li dar xistine de tespît kirine ku pêwîst e ji bo pîşeya rojnamevantiyê û rojnamevanan têkoşîneke hevpar bê kirin. Guç wiha dewam kir: "Em bang li rojnamevanan dikin ku ji bo avakirina tevgereke bihêz a piştevaniyê,  di bin banê Sendîkaya Rojnaevanên Tirkiyeyê de bên gel hev. Ancax bi vî rengî em bigihêjin atmosfereke medya serbixwe û şert û mercên hê baştir. Guç, bang li hikûmeta piştî 1’ê Mijdarê ava bibe jî kir ku ji bo rojnamevanan gavên rast biavêje.

XALÊN SEREKE YÊN ENCAMNAMEYÊ

Xalên sereke yên encamnameyê bi vî rengî ne:

* Em hemû lêpirsîn, operasyonên tepisandinê, şîdet, sansura înternetê, qedexe û hemû zextên piştî hilbijartinên Hezîranê li Tirkiyeyê li hemberî rojnamevanan zêde bûn, şermezar dikin. Ji nû ve destpêkirina şerê ji ber pirsgirêka Kurd hempîşeyên me yên li bajarên herêmê dixebitin ketin rewşeke xetere, em ji azadî û ewlekariya wan bi fikar in. Li gorî me, ev rewş gefê li mafê nûçe-agahî wergirtinê ya gel dixwe.

* Hînê 20 rojnamevan li girtîgehan tên ragirtin, gefa dadgeriyê ya li ser rojnamevanên di salên bihurî de hatin berdan dewam dikin û bi sedan lêpirsîn hînê didomin. Ev heyfê li vê rewşê tînin.

* Ji ber helwestên dijminane yên hikûmet û siyasetmedaran li rojnamevan û saziyên medyayê yên ne di xeta wan de ne û ji ber nexweşbîniya hatiye afirandin, em gelekî aciz in.

* Serokkomar xwe li ti rexneyê ranagire, dozger li hemberî her şêwe rexneyê doza heqaretê vedikin, patronên medya bi derxistina ji kar re xebatkaran bêdeng dikin, medyaya navendî bi bikaranîna gef û îhaleyên cemaweriyê re dixin ser rêya xwe û serbixwebûna dadgeriyê ji nedîtî ve tê. Pirsgirêkên bi vî rengî mînakên vê helwesta dijminane ne.

* Bi operasyona bêsendîkahiştinê ya salên 1990'î re, em gelekî li ber qelskirina Sendîkayê dikevin. Bi vê rewşê re, rojnamevan di roja îro de di nava xwe de parçe bûne, bê parastin hatine hiştin, bi muçeyê herî kêm û bê ewle re dixebitin.

* Divê dawî li hemû zextên li ser rojnamevanan were anîn, rojnamevan karibin li tevahiya welêt bi awayekî serbest bigerin û karibin xwe bigihînin çavkaniyên nûçeyan.

* Girîng e hemû rojnamevanên li girtîgehan tên ragirtin werin berdan û dawî li hemû lêpirsînan were anîn.

* Pêwîste sansura li ser înternetê bê rakirin.

* Em weke pêwîstiyeke lezgîn dibînin ku lîderên siyasî, ji bo afirandina rewşeke azad a rojnamevaniyê, guhertinên qanûnî bikin.

* Divê  lêpirsînên li dijî hiqûqê yên li hemberî rojnamevanan bên qedandin.

* Hewceye hemû rojnamevanên li girtîgehan werin berdan.

* Pêwîste hemû doz û lêpirsînên li hemberî rojnamevanan hatine vekirin û hînê dewam dikin, tavilê bên betalkirin.

* Divê qanûna dibe sedem ku di bi navê heqareta li Serokkomar û wezîfedarên cemaweriyê doz were vekirin, tavilê were guhertin. Girîng e rewşeke welê were afirandin ku wezîfedarên cemaweriyê karibin bên rexnekirin, hesap bidin û dadgerî jî serbixwe be.

OLCAYTO: EWLEHIYA JIYANÊ TINE YE, ZEXTÊN GIRTIN-BINÇAVKIRINÊ HENE

Serokê Giştî yê TGC’ê Tûrgay Olcayto di civînê de diyar kir ku rojnamevanên bi taybet li Kurdistanê dixebitin jiyana wan ne di ewlehiyê de ne û her tim di bin xeteriya binçavkirin û girtinê de ne, ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin jî pêwîstî bi pêşketina demokrasiya Tirkiyeyê heye. Olcayto destnîşan kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de îxtîmala gelek manîpulasyon çêbibin heye, ji ber vê jî divê gel li mafê xwe yê agahî-nûçe wergirtinê derkeve. Olcayto herî dawî ji bo her rojnamevanên hatiye girtin an jî binçavkirin banga têkoşîna hevpar kir.

BOÛMELHA: LI TIRKIYEYÊ JI BO ROJNAMEVANAN DEMÊN ZEHMET

Serokê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Jîm Boûmelha da zanîn ku nûnertiya ji 180 sendîkayî zêdetir dikin,li Tirkiyeyê parastina mafên rojnamevanan ên civakî û pîşeyî pir zehmet e. Boûmelha destnîşan kir piştî hilbijartinan bendewar in ku hikûmeta nû ya desthilatiyê bi dest bixe gavên demokratîk ên mafên rojnamevanan diparêzin bavêjin û wiha berdewam kir: “Dema em tê de ne mixabin demên zehmet ên rojnamevantiya Tirkiyeyê ne. 20 rojnamevan di girtîgehan de ne û bi sedan jî di lêpirsînê de ne. Li hember vê rewşê, em tên wezîfedarkirin ku em rojnamevanên di girtîgehan de derxin û nehêlin wiha bidome.” 

Boûmelha got: “Divê mafê rêxistinbûyinê bê parastin” û wiha axivî: “Bi vî rêbazî jî divê şert û mercên civakî pêş bikevin. Atmosfera heyî ya ku xwe bi sansurê didomîne jî divê bi dawî bibe. Pêwîst e ti rojnamevan bi zextan re rû bi rû neyên hiştin û derfetên ku karê xwe karibin pêk bînin bên avakirin. Me bernameyek pêwîstiyên ji îro û pê ve çi ye amade kir. Çiqasî ji dest me bê, em ê bi rojnamevanên Tirkiyeyî re hevkariyê bimeşînin û bi wan re alîkar bin.”