Endamên Platforma Mafê Jiyanê ya Komeleyên Heremê yên li Qada Galatasaray kom bûn, terora dewletê ya li Cizîrê û qirkirina xwezayê şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû û hunermend Ferhat Tûnç jî ku tevlî bûn daxuyanî ji aliyê Nivîskarê Rojnameya Dêrsim Huseyîn Ayrilmaz ve hat xwendin.
Ayrilmaz got ku AKP’ê têkçûna di 7’ê Hezîranê de qebûl nekir û welêt ji bo pêşeroja xwe kir qurban. Ayrilmaz wiha dewam kir: “Her roj ku li koşeyeke welatê me mirovên me jiyana xwe ji dest nedin. Her roj mirovên bi rûmet ên welatê me jiyana xwe ji dest didin. Her roj kolan vediguherin qada şer. Her roj li koşeyeke welatê me derketina kolanan tê qedexekirin.”
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
Ayrilmaz terora dewletê ya li Cizîrê û giştî Kurdistanê bi bîr xist û got ku walî bûne fermandarên rêveberiyên awarte, di bin navê herêmên ewlehiyê bajar, bajarok, navçe, gund û zozanan dorpêç dike û dike herêmek qedexe. Li ser navê Komeleyên Herêmê daxwaz wiha rêz kirin:
• Bila mirin tavilê rawestin û ji bo aştiyê gav bên avêtin.
• Daristanên me neyên şewitandin, gundên me neyên valakirin.
* Divê tavilê kiryarên Rewşa Awarte bên rakirin.
* Pêwîst e giştî projeyên HES û bendavan bên rawestandin.
*Divê xebatên ku xwezaya me jehrî dikin û qirêj dikin bi dawî bikin.
*Dayikên me rondikan nebarînin
* Pêwîst e tevahî daxwazên me yên mafdar ên demokratik bi zagonan bên parastin!
* Zextên li ser bajarên me bi dawî bibin.
JI 25 RÊXISTINÊN EKOLOJIYÊ DAXUYANÎ
Piştî Huseyîn Ayrilmaz, daxuyaniya bi sernavê “Ji şer re na, aştî niha” Can Karabûlak xwend û wiha got: “Di şerê ku Qesrê ji bo desthilatî-rantê daye destpêkirin de ciwanên Kurd û Tirk, zarokên me û heta pitikên me dikin qurban” û wiha berdewam kir: “Şerê Qesrê; welatê me parçe dike, bajarên me, taxên me parçe dike, gelên me parçe dike, azadiya mirovan, mafên wan ê jiyanê ji dest wan digire.”
Karakûlak diyar kir ku wek rêxistinên di nav têkoşîna ekolojiyê de cih digirin, dixwazin tavilê şer bi dawî bibe.

