Ji HDP û OSP'ê banga 1’ê Mijdarê
HDP û OSP’ê daxuyaniyek hevpar dan û di 1’ê Mijdarê de banga piştgiriyê kirin.
HDP û OSP’ê daxuyaniyek hevpar dan û di 1’ê Mijdarê de banga piştgiriyê kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û Serokê Giştî yê OSP’ê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê de daxuyaniyek nivîskî ya hevpar dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “AKP û di serî de Serokkomar Erdogan, ji ber gelek sedeman hilbijartinên 7’ê Hezîranê di serî de encamên hilbijartinê yên li Kurdistanê hezm nake. Dixwaze hilbijartinên 1’ê Mijdarê di bin atmosfera şerê ku îlan kirine de, encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê bizivirîne aliyê xwe. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku ji bo vê xwesteka Erdogan em vala derxin piştgiriyê bidin HDP’ê.
Ji bo em polîtîkayên şer ên dewlet û hikûmet li ser gelê me ferz dikin û neçareseriya çekan ji raya giştî ya hundir û derve re teşhîr bikin; ji bo em lêgerînên xwe dispêrin çekan bê çawa neçareserî ye, nîşan bidin, em armanc dikin HDP’e di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de xurttir derkeve. Ji bo em bigihêjin vê armancê, em bang li giştî welatparêz, pêşverû, demokrat û hêzên sosyalîst dikin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”
'JI BO DAXWAZÊN DEMOKRATÎK ÊN NETEWEYÎ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP’Ê'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşeroja Kurdistan û herêmê destketiyên li Kerkûk, Şengal û Kobanê û têkoşîna li hember DAIŞ’ê, di serî de ji bo gelê Kurd, ji tevahî gelan re bûye hêvî û daxuyanî wiha berdewam kir:
“Ji ber ku Kurd gelek e, mafên wan ên bingehîn û azadiyên wan ên çavkaniyên xwe ji vir digrin hene; wekî ji Kurdistanê re statu, perwerdeya di zimanê zikmakî, Kurdî jî bibe zimanê fermî û nasnameya Kurd bi destûra bingehîn bê parastin daxwazên demokratîk ên neteweyî yên bingehînin, ji bo têkevin meriyetê; ji bo gelên Kurd, Ermen, Asûrî- Suryan, Ereb, Mihellemî û Tirkmen û komên baweriyê wekî Elewî- Sunnî, Xrîstiyan, Mûsewî, Êzidî xwe ji bin zextên dewletê û zextê ku ji polîtîkayên wan çavderiyên xwe digirin rizgar bikin; ji bo pêşiya jiyaneke nû, wekhev, azad bê vekirin…. Em bang dikin ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP’ê!”