Berxwedana gel, êrîş şikand
Li Geverê tîmên tevgera taybet duh bi şev hewl dan êrîşî Taxa Cûmhûriyetê bikin û di encama berxwedana gel de ev hewldana êrîşê hat şikandin.
Li Geverê tîmên tevgera taybet duh bi şev hewl dan êrîşî Taxa Cûmhûriyetê bikin û di encama berxwedana gel de ev hewldana êrîşê hat şikandin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên tevgera taybet saet di 23:30 de rêya Şemzînanê û ketina Taxa Cûmhûriyetê bi dehan wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Dûre gule li bendan reşandin û hewl dan bi kepçeyên zirxî bikevin nava taxê.
Li ser vê êrîşa tîmên taybet, şêniyên taxê jî bi tilîlî û qîrîna dirûşmeyan dest bi berxwedanê kirin.
Di encama berxwedanê de êrîşa tîmên taybet hat şikandin û polîsên Tirk neçar man xwe ji taxê vekişînin. Gel heta ber destê sibehê li taxa xwe nobed girt.