Oznûr Deger: Di encama operasyona tolhildanê de hatim girtin

Rojnamevana girtî Oznûr Deger got, "Ji ber ku li ber gotinên zayendîperest ê polîsekî rabûm, ji nasnameya min a pîşeyî wêdetir bi operasyona tolhildanê ya li hemberî nasnameya min a jinê hatim girtin."

OZNÛR DEGER

Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger di 7’ê Sibatê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin û bi îdiaya “Li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin. Danişîna ewil a Oznûr Degerê wê sibe were lidarxistin.

Oznûr Deger, li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin û ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal der heqê wê de îdianame hatiye amadekirin. Di îdianameyê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku hatibûn qetilkirin weke “endamên rêxistinê” hatine nîşandan û parvekirina wêneyê Abdulselam Deger (Kendal Qoser) ku birayê Oznûr Degerê ye, weke sûc hate nîşandan. Tê payin ku MKG, DFG, ÎHD, OHD û gelek kes danişîna sibe bişopînin.

Oznûr Deger, beriya danişînê peyamek şand û doza hatiye vekirin weke “operasyona tolhildanê” nirxand. Oznûr Degerê, doza xwe weke “doza her rojnamegerê/a xwedî li sekna jinê û rûmeta pîşeyê derdikeve ye” nirxand û ji ber piştavaniya heta niha hatiye kirin spas kir.

Hevseroka Şaxa OHD’a Mêrdînê Bêrîvan Orhan jî têkildarî dozê axivî û got ku Oznûr Deger piştî berteka li dijî gotinên zayendperest ên polîs hedef hatiye nîşandan. Bêrîvan Orhanê got ku Oznûr Deger rojnameger e, ew şahidên rojnamegeriya wê ne, bi îşkenceyê hatiye binçavkirin, îdianameya wê bi hincetên vala ye hatiye amadekirin û banga tevlibûna danişînê kir.