Polîsan li Silopiyayê ciwanekî din birîndar kirin
Li Silopiyayê, ji ber guleyên hêzên çekdar ên dewleta Tirk, ciwanê bi navê Abdulakadîr Karakaplan bi giranî birîndar bû.
Li Silopiyayê, ji ber guleyên hêzên çekdar ên dewleta Tirk, ciwanê bi navê Abdulakadîr Karakaplan bi giranî birîndar bû.
Li taxa Barbaros a navçeya Şirnex Silopiyayê, ji wesayîta zirxî ya tîpa Kobra ya li ser rêya Kolana Saglikê gule hat reşandin û ji ber vê gulereşandinê ciwanê bi navê Abdulakadîr Karakaplan ê 19 salî bi giranî birîndar bû.
Karakaplan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û piştî mudaxleya destpêkê ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin. Hat ragihandin ku Karakaplan hatiye emeliyatkirin.
Abdullah Vargi yê ku bi wesayîta xwe Karakaplan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.