Dayikên Şemiyê ji Erdogan re gotin: Dest ji şerê qirêj berde!

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di dema darbesa 12'ê Îlonê de hate windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di dema darbesa 12'ê Îlonê de hate windakirin pirsîn. Xwîşka Kirbayir, Fatma Kirbayin di çalakiyê di weha got: "Cejn tê. Ez dema ku her cejn tê difikirim wêneyê birayê xwe li kû de daliqînim."

Dayikên Şemiyê di hefteya 547'emîn a lêgerîna edelatê de careke din li Qada Lîseya Galatasarayê hatni cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qurnefîl dan destên xwe. Di çalakiya vê hefteyê de dayika aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de hate windakirin pirsîn.

Xwişka Hayrettîn Eren ê di dema 12'ê Îlonê de hate windakirin, Îkbal Eren diyar kir ku ev 35 sal in bênavber têkoşîna xwe didomînin. Eren bal kişand li ser qatlîamên li Kurdistanê tên jiyîn û diyar kir ku dewlet dîsa serî li "kuştinên kiryar nediyar" dide. Eren nirxandina "Ji bo kuştinên kiryar nediyar nebir em bi dehan sal in li vir in, êdî bes e" kir.

'CIZÎRIYAN CENAZEYÊN XWE JÎ NEDÎTIN'

Piştre birayê Cemîl Kirbayir ê di 13'ê Îlona 1980'an de di bin çavan de hate windakirin, Mîkaîl Kirbayir axivî û wiha got: "Ev 35 sal in ji bo nediyariyekî diyar bikin em têkoşiyan û têkoşîna xwe didomînin." Kirbayir anî ziman ku feraseta qatlîamker careke din li Cizîrê cebanî bûye û nirxandina "Dewlet li ben çavên hemû kesan mirov qetil kir. Kesekî cenaze jî nedît" kir. Fatma Kirbayir jî ev tişt anî ziman: "Ez bang li kujeran dikim. Cejn tê. Dema her cejn tê ez difikirim ku wêneyê birayê xwe li kû derê ve daliqînim. Aqûbeta Cemîl bidin me."

'DIVÊ KIRYAR BÊN DARIZANDIN'

Parêzera malbata Kirbayir, Eren Keskîn jî diyar kir ku piştî ku Kirbayir hatiye binçavkirin derawa fîrar kiriye hatiye kirin. Keskîn destnîban kir ku wan serî li Wezareta Dadê û Serfermandariya Giştî dane û derketiye holê ku lêpirsînekî ku Kirbayir fîrar kiriye nehatiye vekirin û divê kiryar bên darizandin.

'DAYIKA BERFO DI EMRÊ XWE YÊ 105 SALAN DE 33 SALAN LI KÛRÊ XWE CEMÎL GERIYA'

Piştî axaftinan ji mirovên şemiyê Gulsum Kav daxuyaniya hefteyê de û diyar kir ku li navçeya Golanê ya Erdexanê leşkeran di 13'ê îlona 1980'an de Kirbayir bin çav kirine û birine Fermandariya Alayê û piştre jî birine Mala Çavdêriyê ya Qersê ya girêdayî 9'emîn Fermandariya Rêveberiya Awarte ya Qolorduyê û bi îşkenceyê hatiye lêpirsînkirin. kav destnîşan kir ku Kirbayir bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Piştî vê çîroka hate xwendin Kav got ku malbata Kirbayir dest bi têkoşîna ku ev 35 salin didin kirine. Kav nirxandina "Dayika Berfo di emrê xwe yê 105 salan de 33 salan li kûrê xwe Cemîl geriya û encamek negirt û ji nava me çû" kir.

Kav da zanîn ku di rapora ku ji bo aqûbeta Kirbayir bê zelalkirin ji aliyê komîsyona li meclîsê hatiye amadekirin de tê gotin ku Cemîl Kirbayir di bin çavan de bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Kav got ku piştî vê raporê komîsyonê der barê emniyet, fermandariya rêveberiya awarte, MÎT û rayedarên dewletê yên wê demê ve li Serdozgeriya Komarê ya Qersê serlêdana suc hatiye kirin. Kav anî ziman ku ji ber ku ligel belge û delîlan dozgeriyê ev yek veneguherandiya dozê û bi vî rengî peywira xwe xirab bi kar aniye û sûc dike.