Li Êlih û Rihayê 83 binçavkirin, 10 girtin

Li Êlihê 83 kesên xwestin bibin mertalên zindî hatin binçavkirin. Li Rihayê jî 10 kes hatin girtin.

Hikûmeta AKP'ê israra xwe ya di polîtîkayên şer de didomîne. Tevî operasyonên xwe yên qirkirina siyasî, li Êlihê jî mertalên zindî yên ji bo aştiyê ketin nava tevgerê hatin binçavkirin. Li Rihayê jî 2 jê zarok 10 kes hatin girtin.

ÊLIH

Li bejahiya gundikê Sînemergê yê gundê Kelhasan ê Qabilcewzê, li hemberî şerê duh destpê kir, tevî Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, Hevserokên DBP'ê yên Êlihê Mehmet Candemîr û Songul Korkmaz, Hevserokên HDP'ê Barî Karaagaç û Rojda Surucu, gelek kes ji bo bibin mertalên zindî çûn herêma şer. Koma mertalên zindî û nûçegihanê DÎHA'yê Engîn Eren ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. 83 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Tabûra Qabilcewzê. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran li dijî binçavkirinan nerazîbûn nîşan da û got: "Em ji bo ku leşker û gerîla jiyana xwe ji dest nedin li vir in. Têkoşîna aştiyê ya HDP'ê wê bi ser keve." Koma duyemîn a mertalên zindî ya li gundikê Sînemergê jî dema ku wesayîta ku mertalên zindî di nav de bûn derbas dibû di rê de çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li herêmê operasyon ji aliyê leşker û cerdevanên artêşa Tirk ve didome û dem bi dem dengê çekan tê.

RIHA

Li navçeya Riha Wêranşarê jî, 3 roj berê di encama serdegirtina malan de 5 jê zarok 22 welatî hatibûn binçavkirin. Welatiyên binçavkirî derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyê dozgerî zarokên bi navê D.G, H.S, Zîlan Demîr, Seydo Turgut, Serhat Înan, Sultan Çevîren, Faruk Ceylan, Husamettîn Akyol û Bilal Erdem serbest berda. Her wiha zarokên bi navê M.K, Ş.Î, A.E, Pelda Înan, Mahmut Guneş, Ferman Mendanlioglu, Suleyman Ektîren, Leman Tatli, Şeyhmus Çelîk, Mehmet Nur Çoban, Selamî Çîftçî, Hasan Alan û Bahoz Cîn sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir. Dadgehê Ş.Î, Înan û Guneş bêyî girtî bên darizandin serbest berda. Dadgehê bi hinceta "endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da M.K, E.A, Mendanlioglu, Ektîren, Tatli, Çelîk, Çoban, Çîftçî, Alan û Cin. Welatiyên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.