KONGRA GEL, li hember şerê ku Serokkomarê Tirk Erdogan destpê kiriye banga têkoşîna lezgîn kir. KONGRA GEL, diyar kir ku zîhniyeta Serokkomarê Tirk Erdogan bi qasî ku êrîşî pîroziyên gel bike bêperwa bûye û got: “Li hemberî faşîzma RTE kî çi bike divê îro bike, dibe ku sibe dereng be.”
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, daxuyaniyeke nivîskî weşand, bang li raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li hember ‘Şerê Qesrê’ têkoşîna aştiyê bikin.
Kartal di daxuyaniya xwe de got: "Recep Tayyîp Erdogan, bi armanca hegemonyaya xwe ava bike, ji bo di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de encam bigire şerê qirêj aniye nuqteyeke pir bi tehlûke. Şerê Qesrê gihiştiye xala ku bêhurmetiyê li hember şehîdên me û gorên şehîdên me yên azadiyê yên ji bo gelê Kurd hebûnên pîroz in bike. Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî yên li bejahiya navçeya Gimgim a Mûşê, ku bi operasyoneke leşkerî ya bejahî û hewayî û makîneyên kar hat hilweşandin. Merheleya tehlûkeya şerê li Kurdistanê gihiştiyê nîşan dide.”
'EWQASÎ BÊPERWA BÛYE KU DEST DIRÊJÎ PÎROZIYAN DIKE'
Kartal diyar kir ku şerê Erdogan dimeşîne ji yê dewlet û hikûmetên di salên 90’î de mezintir e û şerê topyekûn jî derbas kiriye, evqasî bêperwa bûye ku dest dirêjiyê li pîroziyên gel dike, heqaretan li wan dike. Kartal wiha berdewam kir:
“Ev ji bo şehîdên me, gelê me û Tevgera Azadiya Kurd nuqteyek sînor e. Derbaskirina vî sînorî, pir pir xeter e. Ewqasî xeter e ku dikare jiyana hevpar ji holê rake. Destdirêjiya pîroziyên gelê Kurd dikare gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê bînin hemberî hev, ev êrîş, fîtîla şerê hundirîn pêxistine. RTE bi agir dilîze.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi perspektîfa neteweya demokratîk dixwaze gelên me yên Tirkiyeyê wekhev û di nav yekîtiyek dildarî bidin jiyîn, ji bo vê armancê têdikoşe. Lê tişta dixuye ev e ku RTE bi destdirêjiya pîroziyên gelê me bi şerekî qirêj dixwaze pêşeroja gelên me biavêje nav agir û her tiştî bike qurbana Qesrê.
RTE bi şerê topyekûn dibêje yan hûn ê teslîmî desthilatiya min bibin an jî ez ê wer bikim ku hûn di dojehê de bijîn. Xerakirina gorên şehîdan nîşan dide ku dixwaze vî şerê hov hê pêştir bixe. Heta niha di vî şerî de gerîlayên azadiyê bi mîsîllemeyan û bi awayekî kontrol tevgeriya, lê Erdogan bi van nêzîkatiyan dixwaze pê li sînîrên gerîlayên azadiyê bike û wan bikişîne nav şerekî berfirehtir. Bi vî şerî jî dixwaze di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de encaman bi dest bixe.”
'ÇI PÊWÎST BE DIVÊ GELÊ ME PÊK BÎNE'
Kartal got “Çavên RTE ewqasî kor bûne ku nema dikare rastiyan û şaşiyan ji hev derxe” û axaftina xwe wiha domand: “Ji kasalêsên li derdorê ti dostên wî yên ewqas wêrek tineye ku jê re rastiyan jî bibêje. Çi dibe bila bibe di oxirê de Tirkiye û Kurdistan bibe dojeh jî dixwaze desthilatiya xwe ava bike.”
Kartal bal kişand ser Têkoşîna Azadiya Kurdistan di vê pêvajoya dirêj de tevahî astengî bi serketî derbas kiriye û encamê van serketinan jî nîşan dide ku wê faşîzma desthilatiya Erdogan jî têk bibin û wiha dom kir: “Heta îro jî ev gelê qehreman ji bo xwedîderketina li şehîdên xwe çi ji destê wan hatine kirine. Ev gelê qehreman li kijan qadê be bila bibe ji bo vê konsepta şerê qirêj ê Erdogan vala derxe wê têkoşîna xwe derxe asta herî bilind. Di vê mijarê de çi pêwîst be divê gelê me pêk bîne.”
'DIBE KU SIBE DERENG BE; LI HEMBER ŞERÊ QESRÊ EM TÊKOŞÎNÊ PÊŞ BIXIN'
Kartal di dewama daxuyaniya xwe de ev bang kir:
"Her kesên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwaze, tevahî derdorên li hember RTE yê faşîst, li hember şerê topyekûn ê qesrê di nav têkoşîna topyekûn a aştiyê de cih bigire, ji bo her kesê wezîfeyeke dîrokî ye. Li hemberî faşîzma RTE kî çi bike divê îro bike, dibe ku sibe dereng be. Ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re banga me ye; RTE bi qasî ku dest xwe dirêjî pîroziyên me bike şer ji asta wê derxistiye. Li hemberî şerê dîn û harkî yê RTE ê bi projeyên dîn û harkî xwe di rojevê de dihêle, divê her kes rabe ser piyan. Bi têkoşîna hemû bindest û mexdûran bi eniya aştiyê ya wê gelên me ava bikin, şerî qirêj û dîn û har ê qesrê dikare bê rawestandin, dikare jiyaneke azad û demokratîk bêavakirin. Li sere vî esasî em ê karibin pergaleke demokratîk a alternatîf a nû ya ji tevayî mirovatiyê re bibe mînak ava bikin.
Bi hêviya ku em ê karibin vê bikin, bang li tevayî gelên me, her kesên bindest û wekî din tên dîtin dikim ku li hember şerê qesrê yê RTE têkoşîna aştî û demokrasiyê pêş bixin.”