Li Kopê 4 kes hatin girtin
Ji welatiyên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Kopê hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin. Maşallah Selvî diyar kir ku li emniyetê îşkence li zarokên wan hatiye kirin.
Ji welatiyên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Kopê hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin. Maşallah Selvî diyar kir ku li emniyetê îşkence li zarokên wan hatiye kirin.
Li navçeya Mûş Kopê, ji 6 kesên duh di serdegirtinên malan ên li Taxa Şehîtlîkê hatin binçavkirin ku yek jê zarok e, Yûsûf Selvî piştî îfadeya li emniyetê hat berdan. Maşallah Selvî û zarokên wî Yûnûs û M.S. (16), tevî Alî Kaya û Omer Topcû danê êvarê birin edliyeyê. Piştî wergirtina îfadeyan, dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Dadgehê, ji 5 kesan Maşallah Selvî ji bo bi awayê negirtî were darizandin serbest berda, lê Yûnûs Selvî û M.S (16) ên birayê hev in, tevî Kaya û Topcû girt û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
Bav Selvî, ku bi 3 kurên xwe re hat binçavkirin û dûre serbest hat berdan anî ziman, ku li emniyetê îşkence li kurên wî Yûnûs û M.S. hatiye kirin. Selvî diyar kir ku li bedena zarokên wî şopa îşkence û lêdanê heye.
Malbatên li ber avahiya edliyeyê kom bûn jî, nerazîbûn nîşanî îşkence û girtinan dan. Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Navçeyê li vê derê gef li welatiyan xwar û got, "Ev hînê destpêk e, em ê hînê gelek çeqalan bigirin."