Li Hannoverê xebatên ji bo hilbijartinê didomin

Li bajarê Elmanya Hannoverê, xebatên Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê didomin. Di vê çarçoveyê de duh civînek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hannoverê, xebatên Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê didomin. Di vê çarçoveyê de duh civînek hat lidarxistin.

Di çarçoveya civînê de biryar hat dayîn, ku ji bo şopandina hilbijartinên li Kurdistan û Tirkiyeyê, heyetek ji partiyên siyasî yên cuda, saziyên civakî yên sivîl û şexsiyetên navdar were avakirin û ji welêt re bê şandin.

Her wiha, ji bo zextên li HDP'ê tên kirin ji cîhana derve re ragihîne û li qada siyasî ji bo HDP'ê li destekê bigere, komîteyek têkiliyên derve hat avakirin.

Di civînê de, li ser vekirina standan li gelek semtên Hannoverê û pêkanîna civînên gel, plansaziyek hat diyarkirin.