Divê Erdogan û AKP werin darizandin
Polîtîkaya şer a AKP û Erdogan di nava siyaseta Swêdê de tê nîqaşkirin. Parlamenterê Partiya Keskan Amîn û Partiya Çep a Swêdê diyar kirin ku Erdogan hiqûqa navneteweyî binpê dike û divê pêşî lê bê girtin.
Polîtîkaya şer a AKP û Erdogan di nava siyaseta Swêdê de tê nîqaşkirin. Parlamenterê Partiya Keskan Amîn û Partiya Çep a Swêdê diyar kirin ku Erdogan hiqûqa navneteweyî binpê dike û divê pêşî lê bê girtin.
Parlamenterê Partiya Keskan ê hevparê hikûmetê Jabar Amîn pêşnûme pirsek pêşkêşî Parlamenta Swêdê kir û da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hem êrîşî gelê xwe dikin, hem serxwebûna welatên cîran tine dihesibînin, destekê didin terorê û hem jî hiqûqa navneteweyîn binpê dikin.
Amîn bal kişand ser şerê AKP'ê li hemberî Kurdan îlan kiriye û ji Wezîrê Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsîn ku ji bo sekinandina polîtîkaya êrîşkariyê ya li Tirkiyeyê difikirin çi bikin.
Amîn di pêşnûmeya xwe de her wiha diyar kir ku divê Swêd, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û yek bi yek hemû welat, li hemberî terora dewletê ya Tirkiyeyê derkevin û got, "Eger cîhana derve nerazîbûnê nîşan nede, rîsk heye ku li Tirkiyeyê şerê navxweyî rû bide, ku encama wê wê trajediyeke mezin a mirovahiyê be." Amîn xwest Erdogan û AKP ji ber sûcên kirien bên darizandin.
Parlamenterê partiya nîjadperest û dijminê biyaniyan "Demokratên Swêdê" Markûs Wîechel jî di pêşnûme pirsa xwe ya bi serenavê "Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan" de bibîr xist, ku Tirkiyeyê bi inav navê "şerê li dijî terorîzmê" de êrîşî DAIŞ û hêzên Kurdan dike, lê belê ji sedî 90 ê van êrîşên hewayî li hemberî hêzên Kurd ên li Iraq û Sûriyeyê tên kirin.
Wîchel bibîr xist ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, têkoşîna herî xurt a li hemberî çeteyên tund ên Îslamî ji aliyê Kurdan ve tê meşandin û got, "Li Tirkiyeyê Kurd rastî êrîşê û îşkenceyê tên û tên ukştin." Wîechel ji Margot Wallstrom pirsî ku ew ê van êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan bi awayekî fermî şermezar bikin yan na.
Her du pêşnûme wê di 15'ê Cotmehê de li parlamentê bên nîqaşkirin.
PARTIYA ÇEP: DIVÊ SWÊD Û CÎHANA DERVE PÊŞÎ LI ERDOGAN BIGIRIN
Piştî ku parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh polîtîkayên qirkirinê û şer ên AKP'ê xirt rojeva meclîsê, Nûnerên Polîtîka Derve Hans Lînde jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û bomberdûmana li hemberî Kurdan û êrîşên nîjadperest ên li dijî HDP'ê şermezar kir.
Lînde got, "Tirkiye ber bi aliyê şaş ve diçe. Ber bi rêveberiyeke hîn otorîter, tund û antî demokratîk ve dike" û destnîşan kir ku divê Swêd û cîhana derve pêşî li Erdogan û AKP'ê bigirin. Lînde ji wezîr Wallstrom xwest ku tavilê bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê bike û binpêkirinên mafên mirovan û êrîşên li Tirkiyeyê, protesto bike.