Komên Selefî yên li Elmanyayê giraniyê didin ser kampên penaberan
DAIŞ, li pêş kampên penaberan ên li Elmanyayê propagandayê dike. Bêdengiya hikûmetê jî rastî nerazîbûnan tê.
DAIŞ, li pêş kampên penaberan ên li Elmanyayê propagandayê dike. Bêdengiya hikûmetê jî rastî nerazîbûnan tê.
Komên Selefî yên li Elmanyayê, bi hinceta 'belavkirina Kuranê' li pêş kampên penaberan bi awayekî koordîneyî, propaganda çeteyên DAIŞ'ê dikin.
Parlamenterên Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Chrîstîane Schneîder, mijar xistin rojeva Senatoya Hambûrgê û bi pêşkêşkirina pêşnûme pirsekê re, bûyerên roja 6'ê Îlonê li Kampa Messehallenê qewimîn, pirsîn.
LI STANDAN ENDAMEKÎ ÇETE HAT TESPÎTKIRIN
Şahidekî serî li parlamenteran da diyar kir ku dema ji bo dayîna kincên berhev kiriye çûye kampê, çar çeteyên li pêşiya kampê Kuran belav dikirin bala wî kişandiye. Şahidê ku beriya çar salan ji Kurdistanê koçî Elmanyayê kiriye anî ziman ku dema ew ji kampê derket, dîtiye nêzî pêncî kes li dora van çeteyan kom bûne û li ser vê yekê agahî daye wezîfedarên ewlekariyê yên kampê. Kurdistanî diyar kir ku wezîfedaran di destpêkê de bi gotina 'vana xêrxwazin' bi xemsarî tevgeriyane, lê belê piştî çeteyan hewl dan bi zorê bikevin nava kampê, neçar mane dest li wan werdin. Kurdistanî da xuyakirin ku ji wêneyên Parlamentera Cansû Ozdemîr nîşan da, wî endamekî çete yê ku li standên Kuranê bi rêk û pêk li Hambûrgê wezîfe dike, tespît kiriye.
'TEDBÎR TÊRKER NÎNIN'
Ozdemîr bibîr xist ku piraniya penaber, ji ber terora DAIŞ'ê neçar mane koç bikin û anî ziman ku li Elmanyayê jî rastî heman zîhniyetê tên. Ozdemîr ragihand ku tedbîrên hikûmeta Hambûrgê li hemberî van hemûyan têrker nînin û diyar kir ku agahî gihaştiye ber destê wan, ku di nava wezîfedarên ewlekariyê yên taybet ên li kampan de, alîgirên Selefî hene.